Serokê gruba opozîsyona serekî ya Sûrî Ahmad Jarba got, hevdîtinên wî ligel Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û karbidestên din yên bilind wê encamên erênî ji gelê Sûrî re bînin.
Jarba got, Sûrî li Amerîka dinêrin ku alîkarîya wan bike û dawî li êş û azarên wan bîne.
Wezîrê Derve Kerry jî got, Amerîka vê heftê çend gavên girîng avêtin ku piştgirîya xwe jibo gelê Sûrî nîşan bide.
"Dawîkirina tundîya heyî, dijberîkirina rejîmê û sivikkirina krîza mirovahî li Sûrîyê jibo me mijarên girîng in"
Kerry got, Amerîka di wê nêrînê de ye ku koalîsyona Sûrî pêgîr e ku mafê hemî gelên li Sûrîyê biparêze.