Berî demekê li partiyeke sûrî ya nû li bajarê Stenbolê damezrandina xwe bi awayekî fermî eşkere kir. Partiya Komarî ya Sûrî dibêje, ewê xwîneke nû bîne nav refên opozisyona ku xebatê jibo roxandina Serok Beşar Esed dike.
Derbarê damezrandina vê paritya nû, çalakvanê siyasî Kadar Şêxmûs ji Dengê Amerîka re dibêje, Partiya Komarî dibêje ewê bi nêrîneke nû li rewşa Sûrîyê binêre. Birêz Kadar ku li Tirkiyê dimîne, heriwha dide zanîn ku partiya nû bi nêrîneke erênî li Kurd û Krîstiyan û kêmaniyên din dinêre.
Lê birêz Şêxmûs dibêje, bi giştî gel li Sûrîyê ji partiyên siyasî bêzar bûne û nema baweriyê bi wan tîne.
Jibo guhdarîkirina hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.