Di hevpeyvîneke taybet de Berpirsê Giştî yê Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Polat Can agahîyên girîng li ser pevçûnên berdewam li dora Kobanê dide.
Birêz Can dibêje, serên dijwar li Kobanê diqewimin û bi berxwedana şervanên YPG bi dehan endamên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) hatine kuştin.
"Bila herkes bizane ku em hêza parastina axa xwe ne û rê nadin ti hêzên dagirker ku were nav axa Kurdan. Çeteyên DAIŞ hewil didin ku Kobanê kontrol bikin û Heleb bi Raqqa û Cizîrê girêdin."
Can dîyar dike ku hîn grubên nermrî yên Artêşa Azad jî ji destê DAIŞ revîne û xwe spartina YPGê.
"Em û grubên nermrê yên wek Ehrar û Sûrîye bi hevre dijî çeteyên DAIŞ şer dikin. Di demên borî de hîn tiştên neyênî çêbûn lê me dîsa jî derîyê xwe ji wan koman re vekir."
Polat Can dide zanîn ku hêzeke elît û bijarte ya YPG dijî DAIŞ operasyoneke pir taybet pêka anîye û 7 gundên li Rojava Serêkanîyê rizgar kirine, dest danaye 2 xalên kontrolê.