Lêvekolên N.Y seredana wan cihan li dewrûberên Şamê dikin guman heye çekê kîmyayî lê hatibit bikareînan. Li Amerîka, endamên Kongirêsê giranîyê li ser birêveberîya Obama dadinên heta kiryarekê hember van karan. Dr. Edmond Xerîb, şarezayê sîyasetên Rojhilata Navîn li Washington dibêjit raste giranîya hinek endamên Kongirisê û sîyasetvana li ser Koşka Spî ye, lê rawergirtinên giştî xweya dikin kû piranîya Amerîkîyan ne digel maytêkirina Amerîka ne di şerê Sûrî de. Lê tiştê sirincrakêş ewe Amerîka gemyek dî ya şerî hinartîye Deryaya Naverast jibo amadeyî her destûdarek ne çaverêkirî bin.
Jibo guhdarîkirina raporta Dexîlê Şemo, failê dengî dagire:
Jibo guhdarîkirina raporta Dexîlê Şemo, failê dengî dagire: