Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Proseya Aştîya Rojhilata Navîn li Washington Destpê Dike


Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry û Wezîrê Derve yê Felestînî Riyad El-Malikî (Erşîv).
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry û Wezîrê Derve yê Felestînî Riyad El-Malikî (Erşîv).
Şandeyên Îsraîlî û Felestînî êvarîya Duşemê li Washington kom dibin jibo encamdana kombûnên destpêkî li ser dubare destpêkirina danûstandinên aştîyê.

Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry mêvandarîya serokên şandeyên Îsraîlî û Felestînî dike. Tzipi Livnî nûneratîya Îsraîlê dike û Sayb Erêkat nûnerê Felestînîyan e.

Birêz Kerry dibêje ew kêfxweş e ku rêberên Felestînî û Îsraîlî nîşan didin ku ew amade ne biryarên bi zehmet bidin jibo destpêkirina danûstandinan.

Danûstandinên navbera herdu alîyan roja Sêşemê jî berdewam dibe.
XS
SM
MD
LG