Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Rê li Ber Qanûndanerên Ewropî Digire ku Serdana Zindana Evîn Bikin


Şîretvanekî serokê parlemana Îranê dibêje ku Tehran daxwazeke komeke qanûndanerên Ewropî red kiriye ku dixwestin serdana du rikberên girtî bikin da wan xelat bikin.

Hisên Şêxo Salim dibêje ku Komara Îslamî mercên pêşwext yên tîmê red kiriye, jibo serdana zindana Evîn ku nêzîkî Tehranê ye.

Şiroveyên karbidestê Îranî ji alî ajansa Mehr ya nûçeyan ve ku nêzîkî hikûmetê ye roja Şemîyê hate ragihandin. Ajansa Mehr dibêje ku tê çaverê kirin ku grup roja Yekşemê bigihêje Tehranê. Yekîtîya Ewropayê demûdest ti şirove derbarê axaftinên Hisên Şêxo Salim nedane.

Parlemana Ewropî Xelata Sakharov ya sala 2012’an jibo Azadîya Ramanê pêşkêşî Nesrîn Sotûde û Cefer Panahî kir, ku herdu li Tehranê di zindanê de ne. Sotûde parêzereke mafên mirovan e û Panahî dêrhêner e. Herdu kesayetî di sala 2009’an de li ser tewanên piştgirîya opozisyonê hatibûn girtin.
XS
SM
MD
LG