Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelkê Şengalê Careke Din Koçber Dibe


Koçberên nû ji Şengalê der dikevin
Koçberên nû ji Şengalê der dikevin

Piştî şer û pevçûnên di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)ê û hêzên Îraqî de li Şengal û Sinonê 701 malbatên Êzidî ku dibine 4083 kes awareyî parêzgeha Duhokê bûn.

Ev aware li ser kampên Şarya, Xankê, Keberto hatin parvekirin her wek Pîr Deyan ji dengê Amerîkara axifî û got:

"Doh em li zalgeha Sihêla amadebûn wek rêveberîya Koç û Koçberan da cardî pêşwazîya wan awaran bikîn yên qesta herêma Kurdistanê kirîn, pilan û hemahengîya me di gel dezgehê xêrxwazîyê Barzanî me dabeşkirin li ser kampan yên ku cih tê da heye."

Nûçegihanê Dengê Amerîka, piştî serdana wan kirî di nava kempan da tê dîtin ku pirraniya wan awaran niha di nav malbatên kes û karên xwedan li bin xîvetan di nava bi hev re dijîn.

Hêvî û xwasteka wan ewe ku ji bo wan cihek bête danîn dakû jîyana xwe ya may bi awarebûnê derbaz biken.

Şengalîyên nş koçber bûne dibêjin êdî jîyan li Şengal nema tenê bo hêzên çekdar maye êdî em zaroyên xwe naxîn di metrsîya tank û topan û dengê golleyan da.

Koçberên nû ji Şengalê der dikevin
Koçberên nû ji Şengalê der dikevin

Kesên awarebûne gotin golle bi malên me diketin û em xizmên yek dîsan jêk hatîn qotkirîn û her malbatek revî cihekî. Dîsan gotin ku evjî fermanek dine bi sere me tê.

Ji aliyek din, rêveberîya Koç û koçberan û bersivdana kirîzan li Duhok kombûnek di gel ofîsa Netewên Yekbûyî (UN) û karbedestên hikûmeta herêma Kurdistanê li Duhok encam da jibo çareseriyekê jibo wan koçberan bihê dîtin cihekî û xîvetan bo dabîn bikin.

Her li ser awarebûn û şerê li Şingalê Şêx Alî Şêx Elyas Babe Şêxê Êzdîxanê peyamek belavkir û têda daxwaz ji hikûmeta Îraqê kirîye ku xelkê sivîl bête parastin û gîyanê wan nekeve ber metrsîyê.

Dîsan di peyama xweda Babe Şêx daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê kirîye ku cardî dergehên xwe jibo awarên Şengalê veken.

Cihê amajê ye ku piştî şerî bi dijwarî û bi çekên giran li Şengalê destpêkirî jîyana xelkê wan deveran kete ber metrsîyê û çardî awarebûn û ketin bin xîvetan û Şengal bo cihê hevrikî û şeran.

Raporta Duhok 03 05 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00
XS
SM
MD
LG