Îsraîl îro Pêncşemê li herema dagirkirî ya Kenara Rojava ya ku Filistînê, avakirina 4.427 xanîyên nû pejirand; li gor ragihandina koma Peace Now.
Peace Now, komeke çavdêrîyê ya diji dijî niştecihbûna Îsraîlê ya li wan hereman e, ev agahî ragihand.
Koma çavdêrîyê piştî civîna Civata Plansazîya Bilind ya Îsraîlê, ev hejmar dîyar kir; civîna ku bo erêkirina avakirina xanîyên nû civîya bû.
Peace Now da zanîn ku di civînê de, avakirina 1791 xanîyan ji pejirandina dawî derbaz bû û herwiha bo avakirina 1.636 xanîyan jî destûra destpêkê hatiye dayîn.
Hikûmeta Îsraîlî heya ser ragihandina Peace Now, heya niha ti daxuyanîyê ne daye.
Lê, wezîra navxweyî ya Ayelet Shaked Îsraîlê li ser Twitter’ê bersîva rexistina Peace Now da.
Shaked got ku îro bo niştecîhbûna Cihûyan û Samariayan rojeke pîroz e ; navên Kenara Rojava yên di Încîlê de.
Wezîr Shaked hefteya borî, plana pejirandina xaniyên nû ragihand,ya ku rêveberiya bi rengekî tund dijberîya xwe ya anî ziman.
Wezareta Derve ya Amerîka roja Înê dijî plana Îsraîlê daxuyanîyeke belav kir û wiha got:
" Bernameya Îsraîlê ya berfirehkirina qadên niştecîhbûnê bi kûrahî zararê dide ramana çareserîya bi du dewletan."
Piranîya welatên cîhanî avakirina qadên niştecîhbûnê ya Îsraîlê -ser axa ku di şerê 1967’ de girtibû -- wek dij qanûnî dinirxînin.
Îsraîl vê gotarê red dike; dibêje jiber hewcedarîyên ewlehîyê û girêdanên Incîl, dîrokî û sîyasî yên bi wê heremê, ewê plana xwe rêve bibe.
Karbidestên Îsraîlî jibo destpêkirina avakirina xanîyan dem dîyar nekirin; ya ku wê 22 ji 132 wargehên li Kenara Roava berfireh bike ,ya ku ji hêla hikûmetê ve têne piştgirî kirin,