Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjîya Navbera Fîlîstînî û Îsraîlîyan Îro jî Didome


Dîmeneke ji erîşa esmanî ya ser Gazayê ya ji hêla Îsraîlê, 11 Gulan, 2021
Dîmeneke ji erîşa esmanî ya ser Gazayê ya ji hêla Îsraîlê, 11 Gulan, 2021

Alozîya di navbera hêzên elwekarî yên Îsraîlê û Filistînîyan de îro Sêşemê jî berdewam dike.

Mîlîtanên Fîlîstînî îro ji Gaza ber bi Îsraîlê êrîşên muşekî domandin û balafirên şer yên Îsraîlê êrîşên xwe yên esmanê domandin ku di encamê de herî kêm 26 kes li Gaza û 2 jî li Îsraîlê hatin kuştin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro dîyar kir ku ewê Îsraîl li hember zêdebûna êrişên muşekan, êrişên xwe yên li ser Gazayê zêde bike.

"Di encama nirxandina rewşê de, biryar hat girtin ku hem hêza êrîşan û hem jî hejmara êrîşan dê were zêdekirin," Netanyahu got.

Wezareta Saxlemî ya li Gaza, ku di bin kontrola Hamasê de ye, ragihand ku di encama êrîşên esmanî yên Îsraîlê de, 9 ji wan zarok bi kêmî ve 26 kes hatine kuştin û 122 kes jî birîndar bûne.

Sazîya xizmetên ambulansê ya Îsraîlê jî got ku 2 jin di êrişên muşekan ya dijî bajarê Ashkelon li başûrê welat hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 130 'hedefên leşkerî' yên Hamas û Cîhada Îslamî yên li Gazzeyê hatine êrîş kirin û 15 çekdarên Hamasê hatine kuştin.

Her wiha, karbidestên arteşa Îsraîlê da zanîn ku tankên wan li ser sînorê Gazayê kom bûne û hêzên peyade û zirxî têne şandinê heremê.

Di tevahîya erîşên de yek ji sê muşekên ku milîtanan Hamasê avêtin bê bandor bûn, û yên Îsraîlê bûn sedema kuştî û birîndarên sivîl yên Filistînî.

Karbidestek milîtan got ku li taxek Gazayê, muşekek Îsraîlî di hindurê avahîyeke pir-qatî de teqiya ye û sê endamên Cîhada Îslamî hatine kuştin.

Hevdem, polîs ragihand ku li başûrê Îsraîlê jiber êrîşên muşekan zêdeyî 30 kes birîndar bûne.

Hamas destnîşan kir ku wan tenê di pênc deqîqayan de, 137 muşek avetine ser bajerên Ashkelon û Ashdod, ku çend xanî lê şewitînin.

Lîga Erebî, ku hin ji endamên wê têkilîyên bi Îsraîlê re sala borî germ kirin, Îsraîl bi êrîşên "bêserûber û bêpirsîyar" yên li Gazayê tawanbar kir.

Wê got ku Îsraîl pirsiyarê 'zêdebûna girjîya' li Orşelîmê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken got ku êrîşên muşekî yên ji Gazeyê berbi Îsraîlê divê demûdest rawestin.

Blinken bang li hemî alîyan kir ku gavan bavêjin da ku alozîyan kêm bikin.

Karbidestekî Filistînî ragihand ku, Misir, Qatar û Neteweyên Yekbûyî (NY) hewl didin ku şîdetê rawestînin.

Şerê herî cidî yê di navbera baskê leşkerî yê Hamasê û Îsraîlê ji 2019'an vir ve, roja Duşemê li Mizgefta El Aqsa ya Orşelîmê, bi pevçûnên di navbera Filistînî û polîsên Îsraîlê, destpê kir.

Bajarê pîroz Orşelîm, di meha Remezanê alozî zêde bû, jiber nerazîbûnên domdar û herwiha dozeke ji hêla rûniştvanên cihû ve ku îhtîmala derxistina filistîniyan ji xaniyên wan derxist holê.

Hevdem, di nava Îsraîlê de ji % 21 şênîya Ereb heye, xwepêşandanên alîgirên Filistînê jî tê darxistin.




XS
SM
MD
LG