Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Al Aamil: Xwepêşandanên Îraqê Heta Niştîman ji Çekdar Û Alîgirên Îranê Rizgar Kin Dê Bidomin


Xwepêşandanên Îraqê
Xwepêşandanên Îraqê

Xwepêşandanên Ii Îraqê zêdetirî 100 rojanin tên dom kirin, ji dema roja 1ê Oktobera sala borî heta niha li tevahîya bajaran li gurî çavkaniyên navxweyî û çalakvanên di xwepêşandanan de beşdar didin zanîn ku zêdetirî 550 kes hatin kuştin û zêdetir ji 22 hezar kesan birîndar bûne, gelek ji wan ji sedema giraniya birînê bûne kesên xwedî pêdawîstiyên taybet.

Hefteya borî, aligirên kesatiyê olî yê nêzîkî Îranê Muqtada Al Sadir xwepêşandanek encam dabû hezaran kes beşdar bûbûn.

Dengê Amerîka hevpeyvînek taybet li gel rojnamevan û çalakvan Husên Kerîm Al Aamil yê ku li bajarê Nasirîyê dijî encam da.

Husên Karim Al Aamil
Husên Karim Al Aamil

Husên derbarê qurbanî, armanc û planên xwepêşandanên li Îraqê axivî, al Aamil got "Tenê li bajarê Nasiriyê 110 kes hatine kuştin û 2700 kes birîndar bûne û hejmarek jî hatine girtin û binçav kirin".

Al Aamil, herwiha derbarê amadekariyên xwepêşandanekê bikin weke bersiv bo xwepêşandana Sedriyan, wî got"Ji hemû bajaran xwepêşander dê bi meşê qesta paytext Bexda bikin û zona kesik dorpêç bikin, lê ewê êrîşî zona kesik nekin" herwiha dibêje, piştî aligirên Sedir xwe ji xwpêşandanan vekişand, niha xwepêşandan zêdetir serbixwe kar dikin û wêneyê wê zelal tir bûye.

Hevpeyvîn li gel çalakvan Husên Al Aamil
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:44 0:00


XS
SM
MD
LG