Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Press TV : Îran Destberdana ji Pîtandina % 20 Uranyumê Red Dike


Ala Îranê ya li ber Navenda Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA)
Ala Îranê ya li ber Navenda Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA)

Televîzyona dewleta Îranê Press TV îro Sêşemê ji zarê karbidestekî ku navê wî nehat eşkere kirin dîyar kir ku Îran ewê dewlemendkirina(pîtandina) uranyumê ya ji % 20 ranewestîne, heta ku Amerîka tevahîya toleyên dijî welat raneke.

Ev daxuyanî hat dan, piştî ku medyaya Amerîka ragihandibû ku Washington jibo jinûve destpêkirina danûstandinan dê pêşnîyarek nû bike, hat ragihandin.
Press TV ragihand dibêje "Karbidestekî payebilind yê Îranî ji Press TV re dibêje ku Tehran dê dewlemendkirina uranyumê ya xwe ji % 20 rawestîne tenê heke ku Amerîka pêşî hemî toleyên li ser Îranê rabike."

Uranyuma asta ji % 20 gaveke pêştir ya asta berhemanîna çekê navokî ye. Pispor dibêjin, eger Îran hineke din uranyum bicivîne, ew dikare bi têra xwe uranyum kom bike ku bombeyeke atomî çêke.

Rêvebirîya Biden bi armanca ku her du alî jinûve vegerin peymana navokî ya 2015'an, hewil dide ku bi Îranê danûstandinan bike.

Peyman, di berdêla sînordarkirina bernameya navokî ya Îranê , toleyên aborî yên li ser Tehranê radike da ku çêkirina çêkên navokî dijwartir bike. Lê, Îran vê daxwazê qabûl nake. Press TV bi berdewamî wiha got "Karbidest got ku heke Amerîka hemî toleyan raneke, ewê Tehran bicîhanîna sozên xwe yên di çarçoveya oeymana navokî ya 2015'an bêtir kêm bike, hişyarî da ku Washington dema xwe diqedîne."

Ji alîyê din, ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iranê li ser Twîtterê peyamek weşand û got "Jibo ku Amerîka jinûve beşdarî JCPOA (peymana navokî) bibe ti peşnîyar ne hewce ye. Bo vê tenê biryarek siyasî ya Amerîka hewce dike ku tevahîya peywirên xwe yên di çarçoveya peymanê de bi temamî û demûdest bicîh bîne. "

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump sê sal berê Washington ji peymanê vekişandibû. Li gor peymana navokî, Tehranê pejirandibû ku ew li hember bidawîbûna toleyên navneteweyî bernameya xwe ya navokî qut bike.

Piştî rêvebirîya Trump ji peymanê vekişîbû, Amerîka dijî Îranê jinûve tole ragihandibûn û Tehranê jî qonax bi qonax dest bi binpêkirina peymanê kiribû.

Tehran dibêje jibo ew bernameya xwe ya navokî bi şûnde vegerînin divê Washington sizayên li ser hatîn danîn bidawî bike.

XS
SM
MD
LG