Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dosya Girtin Û Dadgehkirina Mamosta Û Çalakvan Bedel Berwarî


Xwenîşandanên bajarê Duhok
Xwenîşandanên bajarê Duhok

Duyemîn Dadgeha Tawanan li Hewlêr demê dagehkirina mamsta û çalakvan Bedel Berwarî zelal kir.

Li gorî daxuyaniya dadgehê roja 17 meha Tebaxê 2021ê, dê çalakvan û mamostayê dibistanê Bedel Berwarî ête dadgeh kirin.

Tawana ku Bedel Berwarê li ser hatî girtin tawana têkdana aramî û asayişa Herêma Kurdistana Îraqê ye.

Hemdî Berwarî birayê Bedel berwarî, ku berpirsê rêxistineke mafên mirova ye li bajarê Duhokê gote Dengê Amerîka biryaê wî ev 9 mehe hatiye girtin û dadgeha wî hatiye paşxistin bê belge û bi şêweke bê qanûnî hatiye girtin û tawanên bê belge xistine pal wî û dibêje "Girtina wî dibîte sedema binpêkirina yasayê li herêma Kurdistanê û mamosta Bedel û hevalên wî bê belge hatine desteser kirin."

Hemdî herwiha dibêje"Keysê Bedelî û hevalên wî kirine keyseke siyasî û ev jî binpêkirina yasayê û têkdana mafên mirovî ye."

Aso Haşim parêzerê rawêjkar yê tîma parêzerên Bedel Berwarî ji Dengê Amerîkara re got "Me çend caran hewil da Bedel bibînin lê tenê yek car me dît ewjî bi rêya Zeye Petros serokê desteya mafên Mirov lê bû çend deqîqan."

Dîsan got "Di gel hevkarên xwe me şîya keysê wî ji asayşê veguhêzîn bo duyemîn dadgeha tawanan li Hewlêrê û em amadene ji bo berevanîkirinê ji mamwosta Bedel Berwarî."

Parêzer dîsan got "Demê dadgehkirina mamsota Bedel Berwarî roja 17ê meha 8 ya 2021ê ye."

Ji hejî bîrxistinê ye ku li gorî rêxistina Amnesty International-rêxistina Lêborîna Navnetewî (Ai) roja 16ê meha 5 ya 2020ê hêzên Asayîş û polîsan hêriş kirine ser mala mamwosta û çalakvan Bedel Ebdulbaqî Berwarî li bajarê Duhok bê ku biryara fermî ya dadgehê ya desteser kirinê hebe û wî tûmetbar diken bi têkdana ewlekariya herêmê, jiber rolê wî di rêkxistîna xwenîşadanên aştîyane de ku banga wê di platformên Media Civakî de dihat kirin.

Bedel Berwarî heta niha di girtîgehê daye û malbata wî nikarîne wî bibînin, tenê yek car parêzerê wî şiyaye wî bibîne.

Raporta Duhok 12 05 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:31 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG