Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Hejmara Miriyên Vîrusa Korona Zêdetirî 1,100 Kesan E


Karbidestên tenduristî yên Çînê roja Çarşemê ragihand ku hejmara mirîyên ji ber belavbûna koronavirus rabûye ji zêdetirî 1,100an.

97 mirîyên nû di nav hejmara Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî da ne û bi tevahî 44,653 mirov, yê ku belavbûna koronavirus meha borî dest pê kirî enfekte bûne. Belê hinek pisporan di derbarê tevahîya hejmaran da guman hene.

Heke hejmar rast bin, cihê keyfxweşîyê ye ji ber ku roja Sêşembîyê2,105 yên nû hatibûn piştrast kirin ew hejmar ya ku di çend rojên borî de hatine ragihandin kêmtir e.

Herçend piraniya koronavirus di nav axa Çînê da be jî, bi sedan nexweş di çend welatên din da hatine piştrastk kirin, bi gelemperî piştî rêwîtiya ji Çînê.

Koma herî mezin ya koronavirus girtî li ser keştîyek rêwîtiyê li Yokohama, Japonyayê ye, ku 174 ji 3.700 mirovên di keştîyê da testên erênî nîşan dabûn, keştî di bin karantînê da dimîne.

Çîn di nav hewildanek rawestandina belavbûna vîrusê da ye û çend herêm ji hat û çûyîna ra girtine.

Roja Sêşemê, medyaya dewletê ragihand ku rêveberîya li parêzgeha Hubei, du karbidestên tenduristiya xwe yên sereke ji kar derxistine.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê di civîneka roja Sêşemê da bi awayek fermîvirus bi COVID-19 nav kir, rojek piştî ku Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus got belavbûna koronavirus di nav kesên ku dîroka rêwîtiya wan da gerîyana Çînê haye dibe ku çîruska agirê mezin be.

"Wî hindek mînakên li Brîtanya û Frensayê dan û got ku di rojên dawî de, me hinek bûyerên xembar hene ku derbasbûna virusê li ser laşên hinek kesan peyda bûne ku dîroka rêwîtiya wan da çûna Çînê nîn e.”

Wezareta Derve ya Emrîkî roja Sêşemê got ew dê destura karmendên ne-bingehîn û malbatên wan bidin ku bi dilxwazî ji balyozxana Emrîkî ya li Hong Kongê derbikevin, herwekî tedbîrekî li dijî nedîyardeyên koronavîrus da.

Wezareta Karên Derve meha borî bangvazîyên bi wî rengîji bo karmendên dîplomatîk yên li bajarên Çînê, Pekîn jî di nav da kirubû. Her wiha meha borî ji karmendên balyozxana Wuhan, ku paytextê parêzgeha Hubeyê ye, hat xwestin ku derbikevin.

Hejmara mirîya ji koronavirusê ji belavbûna sindroma giran a tund (SARS) ya ku di salên 2002-03-an de qewimî bilintir e, û dihêt baverkirin ku wê 774 kes kuştibûn û nêzîkî 8,100 kes li Çînê û Hong Kongê nexweş kiribûn.

XS
SM
MD
LG