Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewla Kuştina Trump û Peyama Nehiştina Duberekîyê


Piştî hewla kuştina Trump daxwaza yekgirtin û nehiştina duberekiyê li Amerîka tê kirin
Piştî hewla kuştina Trump daxwaza yekgirtin û nehiştina duberekiyê li Amerîka tê kirin

Digel hewla neserketî ya kuştina serokê berê yê Amerîka Donald Trump li demê civîneke kampeyna hilbijartinên seroktîyê bawerîyek ket rojevê ku ev bûyer dê dîmena sîyasî ya giştî li Amerîka serjinûve darêje.

Guhertina çaverêkirî ya dîmena sîyasî, bi bawerîya hema hema têkraya şîrovekaran dê di du arasteyan de be:

  • Ew hewl dê rêka serkeftina Trump xweş bike jiber ku dê bêtir enerjîyê bide alîgirên wî werin pêş bo piştgîrî û dengdanê.
  • Peyamên yekgirtinê piştî bêtirî deh salên girjîyên sîyasî û duberekîye di nava civaka Amerîkayê de wê gumana ku Trump metirsî ye li ser demokrasîya Amerîka, verevîne.

Di germegerma van pêşhatên lezgîn yên sê rojên dawî de, Aileen Cannon, dadwera giştî ya Florida doza federal ya li dijî Trump ya desteserkirina belgeyên pir nepenî yên hikûmetê pûç kir. Ev pêşhat, eger neyê ragirtin, bêguman dê bibe sedema sistkirina bêtir ya girjîyên sîyasî çar mehan berî hilbijartinên seroktîyê.

Hîn Trump jibo dermankirina birîna wî negehiştibû nexwşxaneyê, hinek şîrovekaran got ku bi vê hewla terorkirinê serketina Trump ya di hilbijartinên seroktîyê de misoger bû. Lê nûçegihana Dengê Amerîka li Kongrêsa Amerîkî Katherine Gypson got ku di dîroka hilbijartinên seroktîyê de ev demek ne asayî ye.

“Lê hîn zû ye yek bêje ka ewê encamên hilbijartina seroktîyê biguherîne, yan jî gelo Trump dê sûdê wergire jibo dawîkirina seroktîya Joe Biden,” wî got.

Bêtir ji 150 salan tundûtîjîyên sîyasî û terora li dijî serok û berbijêrên seroktîyê li Amerîka hene. Piştevanî li wan serok yan berbijêrekê seroktîyê xurt bûye her carekê ku dibûn armanca van renge hewildanan.

Herî dawî berî 43 salan, di 30'ê Adara 1981'ê de hewla kuştina serok Ronald Reagan hatibû dan. Reagan nû bûbû serok û piştî wê hewla kuştinê, demeke dirêj rêjeya piştevanîya wî bilind bû û ew jibo gera duyê jî hat hilbijartin.

Çend hefteyan berî hilbijartinan li sala 1912'an Theodore Roosevelt, serokê 26'an û namzetê Komarî ji gera duyê ya seroktîyê re, bû armanca hewla kuştinê, lê ser neket.

Dîroka van renge hewlên kuştinan diyar dike ku hin zêdebûna piştevanyê li sîyasetvanên ku dibin armanc, zêde dibe lê dom nake.

Rojnamevan Katherine Gypson dibêje ku têr daneyên berdest tune ne heta bibin pêwer-pîvan ku hewla dijî Trump dê bandorê li encamên hilbijartinên 2024'an bike.

Di yekem roja kongreya niştimanî ya Komarîyan de ya li Milwaukee, Wisconsin, du rojan piştî hewla neserketî ya kuştina wî, Trump bi fermî wek berbijêrê Komarîyan hat destnîşan kirin. Kurê wî yê mezin Donald Trump Jr. gote sazîyên ragihandinê ku bavê wî, roja piştî hewla kuştinê zimanê gotara xwe ya amadekirî ya jibo pesendkirina namzetkirina xwe guhert.

Naveroka gotarê yekgirtina niştimanî ye. Rengvedana wê di gotarên yekem şeva kongreya niştimanî de belî bû. Gypson bawer dike ku dê zehmet be ku ew zimanê sivîl û yekgitinê were parastin û tenê pirsek e ka ewê kengî dîsa berovajî be.

Piştevanên Trump ew gelek mezin û bihêz dît, dema ew bi xwîna germa birînê ve rabû ser xwe ku gerek e bibe qonaxeka nû ya karê ciddî ji yekgirtinê re, çendek ji alîkar û piştevanên wî yên nêzîk peyamên kerb û kina dijî Serok Joe Biden û Demokratan weşandin.

Ji wê zêdetir, hinek ji wan gumana hewla kuştinê xist stûyê Demokrat û hikûmeta Biden. Jiber vê yekê nehiştina duberekîya sisyasî qet bi hêsanî nabe.

Yek ji xalên bihêz di destê Biden de li dijî Trump ew e ku Trump ji hêla gelek kesan ve mîna handerê wê duberekî û cudahî û radîkalîzma nav piştevanên xwe tê dîtin.

Li ber e Biden careke dî rûbirûyê Trump bibe di dîbeyta herî dawî de li 10'ê Îlonê piştî kongreya niştimanîya Demokratan li 19-22 Tebaxê. Lê, heta wê rojê pêşbînîya pêşhatên dî tê kirin, bi taybetî tevgereke di nav Demokratan de derketîye ku daxwazê ji Biden dike xwe ji namzetkirina partîyê vekîşîne.

XS
SM
MD
LG