Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Trump Banga Yekîtîyê Dikin Piştî Hewila Kuştina Trump


Serokê Amerîkî Joe Biden û Serokê berê Donald Trump roja Duşemê derketin û her yekî ji wan bi şêweyê xwe pênase bi wê yekê kir ku hewildana kuştina Trump ya dawîya hefteyê kempeynên wan yên seroktîyê guhertîye.

Trump bi kurtî derengî Duşemê derket ser dikê li Kongreya Komarî ya Niştimanî. Guhê wî yê rastê bi paçekî sipî hatibû nixumandin, cihê ku guleyek li dema mîtînga wî ya li Pennsylvania pê ve xijiqîbû. Rêvebirîya Biden roja Duşemê vekolîneke serbixwe û cuda derbarê teqekirinê ragihand, li dema ku Buroya Federal ya Vekolînê (FBI) lêpirsîna serekî birêve dibe.

Cudahîyên eşkere di navbera herdu kempeynên serokatîyê roja Duşemê zelaltir bûn. Dema ku Trump derbazî stadyuma bajarê Milwaukee bû, ew bêdeng bû li dema ku keşên beşdar rabûn ser xwe û li çepikan dan.

Li alîyê din, Biden bi awayekî aram ligel bêjerê NBC Lester Holt axivî. Di hevpeyvînê de, Biden got ku hîn jî ligel Trump û şêweyê tund yê wî û piştgirên wî ne hevbîr e.

Ji Biden hate pirsîng gelo ewê teqekirina li Trump rêka kêbirkeya serokatîyê biguhere.

“Ez nizamin û tu jî nizanî,” wî got.

Lê xuya dike ku bûyerên dawîya hefteyê pirsa siyasî ya herî dawî çareser kiriye – ew gengeşeya niştimanî derbarê ka gelo performansa lawaz ya Biden meha borî dijî Trump tê wê wateyê ku divê ew ji pêkbirkê derkeve.

“Ez dibêjim ku Joe Biden bahoza (siyasî) tune kiriye û niha pirsa ku divê ew kempeyna xwe betal bike êdî li paş me maye, lê divê ew baş bixebite,” Jim Kessler, ji navenda Third Way ya lêkolînan, got.

Di hevpeyvîna xwe ya dirêj de, Biden hewil da ku xwe ji hevrikê xwe cuda bike.

“Binêre, ez ne ew kes im ewê got ezê di roja yekê de bibim dîktator. Ez ne ew kes im ewê ku red kir ku encama hilbijartinan qebûl bike. Ez ne ew kes im ewê ku got ewê encama van hilbijartinan qebûl neke,” serokê Amerîkî got.

Piştî teqekirina li Trump, herdu sîyasetvanan banga yekîtîyê kir. Lê şîrovekar dibêjin dibe ku wateya wê peyvê ne ya ku di bala xelkê de be.

John Geer, mamosteyê zanistên siyasî li Zanîngeha Vanderbilt got, “Ew herdu banga yekîtîyê dikin. Lê ez bawer dikim cuhdaîyên wan derbarê vê têgehê girîng in.”

“Bi dîtina min, problem li vir derdikeve. Ew banga wê (yekîtîyê) dikin, lê dibe ku di rastîyê de ew partîzanîyeke veşartî be.”

Parçebûna sîyasî li Amerîkî gelekî tund e ku rêxistinên çavdêrîyê hişyarî didin ku ne tenê divê berbijarê pileya germahîyê kêm bikin, lê belê dengder jî.

Will Fuller, ji rêxistina Common Ground USA li Pennsylvania, got “Derbarê dozên ku hûn bawerîyê pê dikin dilsoz bimînin. Zehmetîyên berçav li ber me hene ku divê em soza derfeta jibo hemû Amerîkîyan cîbicî bikin. Lê di wê prosesê de, girîng e ku berevanîya bawerîyên xwe û şerê hevdu kirinê ji hev cuda bikin.”

XS
SM
MD
LG