Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Germa Erebistana Saudî Hecîyan Disincirîne


Televîzyona dewletê ya Saudî îro Sêşemê ragihand ku li sîya Mizgefta Mezin ya Meke germahî heta 51,8 dereceyan rabûye û jibo ewên li ser rêka hecîbûnê qelebalix çêbûye.

Wezareta Derve ya Urdunê ragihand ku 6 hemwelatîyên wê jiber germê mirine.

Wê wezaretê piştre dîyar kir ku hejmara mirîyan rabûye 14’an, lê ser sedema mirinên piştre ti agahî neda.

IRNN îro Sêşemê dide zanîn ku 11 Îranî di rêwîtîya hecîbûnê de canên xwe ji dest dane û 24 hemwelatîyên din jî rakirine nexweşxaneyê.

Agence de Presse Senegalaise jî do Duşemê dîyar kir ku 3 hemwelatîyên wê li Hecê mirine.

Le Monde do Duşemê mji zarê karbidestekî saxlemî yê Endonezya ragihand ku 3 ji germê 136 hemwelatîyên Endonezya li Hec canên xwe ji dest dane.

Di 30 salên dawî de bi sedan mirinên jiber îzdihamê, şewatên çadiran û qezayên din ku hikûmeta Saudî mecbûr hişt ku binesazîyeke nû çêke.

Karbidestên Saudî jiber germa zêde niha bi dijwarîyên nû re rûbirû mane.

Geophysical Research Letters sala 2019’an bi lêkolînekê dîyar kiribû ku Erebistana Saudî ya jiber guherîna îqlimê hişk wê bi germên zêde re jibo kesên li ser rêkên hecîbûnê cîhekî bi metirsîyên ektstrem be.

Karbidestekî saxlemî yê Saudî ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re dîyar kir ku her çiqas germ zêde ye jî wan di nav sedemên mirinan de ti rewişeke awarte nedîtiye.

Serokê Midûrîya Rewişên Awarte ya Wezareta Saxlemî Cemîl Ebualenaîn dîyar kir ku li ser hejmara nexweşî û mirinan ti anormalbûn çênebûye.

Ebualenaîn got ku wezaretê heta niha pirtir ji 2700 hecîyên jiber germê nexweş ketine derman kirine.

Wî dîyar kir ku Hec erkekî dijwar e û her çiqas germ û qelebalix hebe jî divê jibo rîtuelan hewildan hebin.

Hecî jibo xwe ji rojê biparêzin sîwanan bi kar tînin û karbidestên Saudî jî bang li Hecîyan dikin ku bê av nemînin ku jiber germê ji saet 11 ya serê sibê heta 3 ya piştî nîvro dernekevin derve.

Roja Çarşemê dawî li Heca îsal tê ku li gor Midûrîya Giştî ya Îstatîstîkî ya Saudî bi qasî 1,8 mîlyon kes li Hec in.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG