Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêla Germê Dibe Sedema Mirina Mirovan li Seranserê Cîhanê


Polîsê Yunanistanê îro Duşemê ragihand ku welatîyekî Amerîkî yê 55 salî li Girava Mathraki ya Yunanistanê mirî hatiye dîtin.

Bi vê mirinê re, li Yunanistanê piştî pêleke germê 3 geştîyaran canên xwe ji dest dane.

Li Yunanistanê demsala bînvedanê ya li plajên dûr, cîhên dîrokî û rêkên çiyayan destpê kiriye û li welêt germahî 40 pile derbaz kiriye.

Pêla germê û hindabûn û mirina turîstan li heman demê rast tên ku karbidestên Yunanistanê hişyarîyê didin.

Li Atînayê ev jina geştîyar jiber pêla germê nexweş ket. 12ê Hezîranê, 2024.
Li Atînayê ev jina geştîyar jiber pêla germê nexweş ket. 12ê Hezîranê, 2024.

Wezareta Derve ya Urdunê jî do Yekşemê dabû zanîn ku 14 welatîyên wan li Erebistana Saudî di serdana Hecê de canên xwe ji dest dane ku sedema hin mirinan jî germ e.

Li gor ragihandina wezaretê, bi kêmî ve 6 mirin jiber germahîyê ne û germahîya li Meka jî li dora 47 pileyan e.

Dîmeneke Hecê ji Mekayê, 16'ê Hezîranê, 2024.
Dîmeneke Hecê ji Mekayê, 16'ê Hezîranê, 2024.

Hec roja Çarşemê diqede ku Rêvebirîya Giştî ya Îstatîstîkê ya Erebistana Saudî dide zanîn ku îsal 1,8 mîlyon kes dibin hecî.

Wezareta Saxlemî ya Erebistana Saudî ser germahîyê hişyarî da û bang li ewê li ser rêkên hecîbûnê kir ku bê av nemînin û jiber germê ji saet 11’ê sibê heta 3’ê nîvro dernekevin derve.

Li Amerîkayê, Servîsa Hewaya Niştimanî do Yekşemê ragihand ku 63 milyon kes li çend wîlayetên Amerîkî li deverên pileya germê lê zêde ye dijîn. Li hinek bajaran, wekî Pheniox, pileya germê roja Yekşemê gihîşt 44 pileyan.

Jêder: Reuters, AP

XS
SM
MD
LG