Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Kim Peymaneke Berevanî Îmza Dikin


Rêberên Koreya Bakur û Rûsyayê îro Çarşemê peymanek îmza kir ku hevkarîya xwe ya leşkerî xurttir bikin. Di nav peymanê de pabendbûna berevanî û alîkarîya hevbeş ya dijî egera êrîşan cih digirin.

Piştî îmzakirina peymanê, reberê Koreya Bakur Kim Jong Un û serokê Rûsya Vladamir Putin preskonferanseke hevpar darxistin.

Kim peymana bi Rûsya re wek "hevkarîya stratejîk ya berfireh," binav kir. Putin jî dîyar kir ku di peymanê de hêmanên berevanîyê hene.

"Peymana hevkarîya berfireh ya ku îro hat îmza kirin, tevî tiştên din alîkarîya dualî armanc dike, di egera êrîşkirina dijî yek ji alîyên vê peymanê de," Putin got.

Kim anî ziman ku peyman wê hevkarîya herdu welatan di warên siyaset, aborî û berevanîyê de berfireh bike û peyman wek "bi xurtî aştîxwaz û berevanîkar" binav kir.

"Peywendîyên herdu welatên me derketin asta herî bilind ya hevpeymanîyê," Kim got.

Di destpêka civînê de, Kim ser tevahîya siyasetên Rûsyayê piştgiriya bê şert ya Koreya Bakur dîyar kir, di nav de jî piştgirîya jibo şerê Putin li Ukraynayê.

Putin spasîya Kim kir û got ku Moskow dijî siyaseta hegemonîk, împeryalîst ya Amerîkayê û hevbendên wê şer dike, medyaya Rûsî ragihand.

"Em jibo piştgirîya we (Koreya Bakur) ya domdar û bênavber ser siyaseta Rûsyayê, di nav de di warê Ukrayna de jî pir sipasdar in," Ajansa dewleta Rûsî RIA ji zarê Putin ragihand.

Piştî 24 salan ev cara yekê ye ku Putin serdana Koreya Bakur dike. Serokê Rûs do evarê li paytext Pyongyang bi merasîmeke fermî ya bi coş hate pêşwazî kirin.

Li gor şîrovekaran, serdana Putin girîng e, jiber pêkan e ku di têkilîyên bi dehsalan yên Rûsya û Koreya Bakur de çarçoveyeke nû biafirîne, dema ku herdu bi dûrxistina navneteweyî re rûbirû ne.

Hevkarîya welatan "jibo bilezkirina avakirina cîhaneke nû ya pir-alî" ye û serdana Putin têkneçûn û domdarîya hevaltî û yekîtîya wan nîşan da, ajansa dewletê ya Koreya Bakur KCNA got.

Rûsya têkilîyên germ bi Koreya Bakur re bikar anî da ku Washingtonê aciz, hevdem Koreya Bakur ku bi tundî hate toel kirin, jiber piştgirîya siyasî û sozên alîkarîya aborî û bazirganî ji Moskowê re.

Herwiha serdana Putin di nava toleyên ser Rûsyayê pêk tê, ku jiber dagirkerîya wê li Ukrayna ji 2022’an ve, Amerîka û welatên Rojavayî ragihandine.

Loma jî, serdana Putin, ji hêla Washington û paytaxtên Rojavayî ve ji nêz ve tê şopandin, ku hemû ser xurtbûna têkilîyên leşkerî yên Pyongyang û Moskowê fîkaran dîyar dikin.

Amerîka û hevbendên wê dibêjin, ew xembar in ku Rûsya alîkarîyê bide bernamên mûşekî û navokî yên Koreya Bakur, ku bi biryarên Civata Ewlekarî ya NY hatine qedexekirin.

Herwiha, ew Pyongyangê tawanbar dikin ku mûşekên balîstîk û topavêjên dane Rûsya û di şerê xwe yê li Ukrayna de bikar anîne.

Lê Moskow û Pyongyang şandina çekan red kirine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG