Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Soz Dide Dijî Amerîka Piştgirîya Koreya Bakur Bike


Serokê Rûsya Vladimir Putin û Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un, 13 Îlon 2023.
Serokê Rûsya Vladimir Putin û Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un, 13 Îlon 2023.

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Sêşemê soz da ku wê têkilîyên bazirganî û ewlekarî bi Koreya Bakur re xurtir bike û dijî Amerîka piştgirî bide wî welatî.

Putin ev soza da, berî ku serdana Koreya Bakur bike, ji bo xurtkirina peywendîyên berevanîyê yên her du welatên xwedî çekên navokî ne.

Putin Sêşemê êvarî digêhêje Pyongyang. Ev serdana Putin ya yekê di 24 salên dawî de ye, dema rûbirûbûna hêzên Koreya Bakur û Başûr ser sînorên wan yên hevbeş rageşîya herêmî zêdetir dike.

Jibo Amerîka û hevbendên wê yên Asyayî ne dîyar e ku Rûsya wê heta çi astê piştgirîya rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un bike, ku welatê wî tenê ye ceribandinên çekên navokî pêk anîye.

Wek nîşanek ku Rûsya tevahîya nêzîkatiya xwe ya ser Koreya Bakur jinûve dinirxîne, Putin pesnê Pyongyang da ku hember givaştinên aborî, şantaj û gefên Amerîkî li ber xwe dide.

Nivîseke Putin îro di rojnameya Rodong Sinmun ya Koreya Bakur de hat weşandin. Rodong Sinmun rojnameya fermî ya Partîya Karkeran ya desthilatdar e.

Serokê Rûs di nivîsa xwe de pesnê "Rêheval" Kim da, û soz da ku "dijî astengkirinên neqanûnî yên yekalî wê bi hev re bisekinin," jibo pêşvebirina bazirganî û xurtkirina ewlekarîya li seranserê herêma Ewrasya.

"Washington, bicîhkirina peymanên berê red dike, bi berdewamî daxwazên nû derdixe pêş, ku her diçe tundtir dibin û bi eşkereyî yên ku nayên qebûlkirin," wî Putin got.

Putin soz da ku Rûsya wê piştgirîya jibo Komara Demokratîk ya Gel ya Koreyê (DPRK) bidomîne.

"Rûsya her tim piştgirî daye Koreya Bakur û gelê qehreman yê Koreyî di sekna wan ya dijî dijminê hov, xeter û êrîşkar de," wî got.

Medya dewletê ya Koreya Bakur jî di raportên xwe de, pesnê Rûsyayê û piştgirîya şerê wê li Ukrayna ragihandin, ku mîna "şerê pîroz yê hemû welatîyên Rûsî" pênase kirin.

Serdana Putin di demeke nazik de pêk tê, ku Amerîka Koreya Bakur tawanbar dike ku "bi dehan mûşekên balîstîk û zêdetirî 11 hezar konteynerên cebilxaneyê dane Rûsya" ku li Ukayna bi kar bîne.

Koreya Başûr, helbendek hêzdar ya Amerîka jî, fîkarên bi heman rengî dîyar dike.

Qesra Sipî roja Duşemê jiber xurtbûna peywendîyên di navbera Rûsya û Koreya Bakur de acizîya xwe dîyar kir.

Wezareta Derve ya Amerîka got ku ew "gelek haydar e" ku Putin wê li Pyongyang jibo şerê xwe yê li Ukrayna bo bidestxistina çekan hewl bide.

Moskow û Pyongyang veguhestina çekan red dikin, lê soz didin ku têkilîyên leşkerî xurt bikin, ku egera hindarîyên hevbeş jî di nav de ye.

Çaverê ye ku Rûsya îsal di warê hilberîna cebilxaneyan de, tevahîya hevpeymanîya leşkerî ya NATO’yê derbaz bike. Loma, şîrovakar dibêjin pêkan e ku serdana Putin peyamek jibo Washingtonê armanc dike; eşkere bike ku Moskow çiqas dikare di gelek krîzên cîhanî de çiqas wêranker bibe.

Herî dawî, Rûsyayê di Adarê de raporteke ser nûvekirina toleyên demdirêj yên Neteweyên Yekbûyî (NY) dijî Koreya Bakur veto kir, ku bernameyên wê yên navokî û mûşekên balîstîk dişopand.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG