Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Dê Di Nav Girjiyên Gazayê De Li Kongrêsa Amerîkî Biaxive


Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu vê hefteyê gotarek girîng pêşkêşî Kongresa Amerîkî dike, di demekê de ew li dijî zextên tund ên ji bo pêkanîna peymana agirbesta şerê Gazayê bi Hamasê re, şer dike.

Serokwezîrê Îsraîlî yê herî demdirêj roja Çarşemê dê bibe rêberê biyanî yê yekem ku çar caran di civîneke hevbeş a Kobgresê de biaxive. Serokê Brîtanya Winston Churchill sê caran axivîbû.

Lê lêkoler dibêjin ku şerê Gazayê ji êrîşên Hemasê yên 7ê Cotmehê vir ve aloziyên metirsîdar di navbera Îsraîl û Amerîkayê de, ku piştgira wê ya leşkerî û dîplomatîk a sereke ye, çêkir. Ofîsa Netanyauhu ragihand ku ew dê roja Sêşemê bi Serokê Amerîka Joe Biden re bicive.

Washington ji berteka zêdebûna hejmara qurbaniyên sivîl li Kerta Gazayê ditirse û protestoyên li Îsraîl ji hêla malbatên dîlên ku ji hêla Hamas ve hatine girtin, serê Netanyahu diêşînin.

Biden û hin wezîrên Îsraîlî dibêjin ku lihevkirinek bi rêya navbeynkarên Qeter, Misir û Amerîkî mumkin e. Plana ku di meha Gulanê de hatibû diyarkirin, agirbesteke şeş hefteyî pêşniyar kiribû dema ku hin rehînên Îsraîlî dê ji bo Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de bên guherandin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Înê got ku guftûgo "di nav xeta 10 metreyî de ne û ber bi xeta armancê ve diçin".

Hamas Netanyahu tawanbar kir ku dixwaze rêkeftinê asteng bike lê Blinken got ku ew dixwaze "lihevkirinê bîne ser xeta dawî" dema Netanyahu li Washingtonê ye.

Şer di 7ê Cotmehê de dest pê kir piştî êrîşa Hemasê ya li ser başûrê Îsraîlê ku tê de nêzîkî 1200 kes hatin kuştin, li gorî rayedarên Îsraîlî. Li gorî rayedarên tenduristiyê yên li Gazayê, ji wê demê ve Îsraîlê nêzî 39,000 kes kuştine.

Çavkanî: AFP û Reuters

XS
SM
MD
LG