Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Ew Rê li Mûşekên Ji Yemenê Hatine Avêtin Digre, Hûsî Dibêjin Wan Eilat Kir Armanc


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Îsraîlê got ku berevaniya esmanî ya wê roja Yekşemê mûşekek erd-erd ku ji Yemenê hatibû avêtin rawestand û grûpa Hûsî ya Yemenê ya girêdayî Îranê got ku wê çend mûşek avêtine bajarê Eilat ê Deryaya Sor a Îsraîlê.

Êrîş berdewamiya tundûtûjiyê ye di navbera Îsraîl û Hûsiyan de ku roja Înê dest pê kir dema ku grûpa Yemenî dronek avêt navenda Tel Avîvê û di encamê de kesek hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên Îsraîlî roja Şemiyê êrîşeke asmanî li nêzîkî bendera Hudeyda ya Yemenê pêk anîbûn. Di êrîşê de 6 kes hatin kuştin û 80 kesên din jî birîndar bûn, çavkaniyên pizîşkî li Yemenê roja Yekşemê ji Reutersê re ragihand ku ew hemû sivîl in.

Di dîmenên cihê bûyerê de şewat û dûmaneke pir ji cihê lêdanê bilind dibû.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku sîstema berevaniya mûşekî ya Arrow 3 roja Yekşemê ew mûşeka ku ji Yemenê hatibû avêtin berî ku derbasî nav axa Îsraîlê bibe, xist xwarê.

Berî rêgirtina mûşekan, huşdariya êrîşa hewayî li Eilatê hatin lêdan, û rûniştvan ber bi stargehan ve bazdan.

Ev êrîş beşek e ji şerê zêdetirî neh mehî yê Gazayê ku hêzên herêmî û cîhanî kişandine ser xwe.

Komên alîgirê Îranê di nav wan de Hûsiyan rokêt û mûşek avêtin Îsraîlê û got ku ew vê yekê dikin ji bo piştgirîkirina Filistîniyan û koma çekdar a Îslamî Hamas ku Gazayê kontrol dike. Amerîka û hevalbendên wê pişta xwe didin Îsraîlê û çekan didin wê.

Şer di 7ê Cotmehê de dest pê kir piştî êrîşa Hemasê ya li ser başûrê Îsraîlê ku tê de nêzîkî 1200 kes hatin kuştin, li gorî rayedarên Îsraîlî. Li gorî rayedarên tenduristiyê yên li Gazayê, ji wê demê ve Îsraîlê nêzî 39,000 kes kuştine.

Hûsiyên ku piraniya bakurê Yemenê û navendên din ên mezin kontrol dikin, berê îdîa kiribûn ku wê Eilat û êrîşên din ên ku li dijî Îsraîlê hatine kirin, kirine armanc û got ku ew wekî tolhildana şerê Îsraîl li ser Gazayê tevdigerin.

Komê her wiha bi mehan êrîşî rêyên keştiyan yên Deryaya Sor kir.

Di nav hevalbendên Hamasê de komên ku Îran piştgirîya wan dike wek Hûsî, Hizbullaha Libnanî û hêzên nîvleşkerî yên Îraqî hene.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG