Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Îraqê jî di Nav Qurbanîyên Qeyika Binavbûyî de Bûn


Hejmareke Kurd ji Herêma Kurdistana Îraqê di nav qurbanîyên qeyika koçberan de bûn ku 17'ê Hezîranê nêzîkî beravên Îtalyayê binav bûbû.

Li Herêma Kurdistanê xizmên qurbanîyan şîna wan dikin, lê gelek malbat tevî şînîyê, bi hêvî ne ku nûçeyeke xweş derbarê xizmên din yên windayî bibihîzin.

Xedîce Husên û malbata wê yek ji wan e ku li Hewlêrê dijîn. Di wê qeyikê de 11 xizmên Xedîce hebûn. Hatîye zanîn ku tenê sê ji wan sax mane, li vê dema ku çarenivîsa 8 yên din hîn ne dîyar e.

Xedîce dibêje ku birazîyê wê Rêbwar û hevjîna wî Hêro bi sê zarokên xwe re, gorima wê Mûjde, hevjînê wê Ebdûlqadir û 4 zarokên wan di qeyikê de bûn.

"Niha ji 11 kesan, sê kes sax in: Mûjde, kurê wê û yek ji zarokên Rêbwar û Hêro. Lê ti agahîyên zêdetir derbarê wan nînin. Xuya ye ku Mûjde sax e, jiber ku en bi telefonê pê re axivîn," Xedîce got.

Xedîce Husên û malbata wê şîna hezkirîyên xwe dikin, yên li beravên Îtalya binav bûne
Xedîce Husên û malbata wê şîna hezkirîyên xwe dikin, yên li beravên Îtalya binav bûne

Gemîya koçberên qaçax ji Tirkîyê ber bi Ewrupayê ve derketibû rê, berî ku çend hember beravên Îtalyayê binav bibe.

Li gor ragihandina karbidestên Îtalyayê, qeyika koçberan li 223 km dûrî beravên herêma Calabri binav bûyê.

Nobedarên beravê yên Îtalî, 12 kes sax ji qeyika binavbûyî rizgar kirine, lê yek ji wan piştre jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihand ku termên 6 kesên din jî roja Çarşemê hatine dîtin, lê zêdeyî 60 kes hîn winda ne.

Xedîce ya 54 salî dibêje xizmên wê bi rîya qaçaxçîyan derketine.

Di demên dawî de, nûçeyên mirinên bi vî rengî yên li ser rêyên koçberîya bo Ewrupayê, li Herêma Kurdistanê pir zêde bûne. Ne tenê mirinên nêzîkî beravên Îtalya, lê herwiha li Kanala Înglîzî û daristanên Belarusê yên pir sar jî.

Bavê Rêbwar, Kemal Hemed, dîyar dike ku wî di 12'ê Hezîranê de bi kurê xwe re peywendî ye, dema ku ew di keştiyê de bû.

Li tênegihîştinê, Xemgînîya Kemal zêdetir dibe.

"Wan baş dizanibû ku rêwîtiya deryayî ya bi vî rengî tê wateya mirina tekez. Çima ew çûn? welatê me ji her deverên din çêtir e," bavê Rêbwar yê 60 salî got.

Li Îraqa ne aram, Herêma Kurdistan ya xwedî xweserî hertim wêneyeke xweşî û aramîyê nîşan dike.

Pêşketina avahîyan, rêyên mezin yên fireh, zanîngeh û dibistanên taybet tên vekirin.

Lê pirsnameyeke Gallup ya 2022’an nîşan dide ji her sê Kurdan, du kes bawer dikin ku li Herêma Kurdistanê peydakirina kar zahmet e.

Pismamê Rêbwar, Bextîyar Qadir jî sedema çûna xizmê xwe fêm nake, bi taybet jiber ku "mal, trimbêl, kar û zarokên wî hebûn."

"Min, dê û bav û hevalên wê, hewl da ku biryara wê biguherin. Lê wê guh neda me," Qadir got.

Lê hevdem, karbidestên Herêma Kurdistanê têne bi gendelîya belavbûyî tên tawanbarkirin. Nebûna derfetên aborî civak bêzar hiştine û ciwanên Kurd bêhêvî kirine.

Qadir dibêje ku di heman qeyika binavbûyî de nêzîk 30 Kurdên ji Herêma Kurdistanê hebûn, ku çarenivîsa piranîya heta ne dîyar in.

"Wan nizanîbû ku mirin li benda wan e," wî got.

Li gorî Rêxistina Koçberîyê ya Navneteweyî (IOM), sala borî 3,155 koçber li nav Deryay Sipî mirine yan jî winda bûne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG