Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Binavbûna Du Qeyikan de 11 Koçber Mirin û 64 jî Windayî Ne


Dîmena yek ji herdu qeyikên binavbûyî.
Dîmena yek ji herdu qeyikên binavbûyî.

Di encama binavbûna du beleman de îro Duşemê nêzîkî beravên başûrê Îltayayê, 11 koçber mirin û 64 jî windayî ne, li gor rêxistineke xêrxwazî ya Alman, nobedarên beravên Îtalyayê û ajansên Neteweyên Yekbûyî.

Rêxistina RESQSHIP ya Alman, ku alîkarîya hewilên rizgarkirinê de, got ku wê 51 kes ji qeyikeke binavbûyî de derxist ku du ji wan ne ser hişê xwe bûn, û termên 10 kesên din jî dît.

“Hizir û duayên me ligel malbatên wan in. Em nigeran û xemgîn in,” rêxistinê ser malper X got.

Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya Penaberan (UNHCR), Rêxistina Navnetewî ya Koçberîyê (IOM) û AJansa Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) di daxuyanîyeke hevbeş de got ku koçberên ji alîyê rêxistina Alman ve hatine dîtin ji Sûrîyê, Misir, Pakistan û Bangladeşê ne.

Li gor ajansên NY, qeyika duyê dora 200 kîlometreyan rojhilata herêma Calabria y Îtalyayê binav bûye. Ew belem berî heşt rojan ji Tirkîyê derketibû, berî ku agir pêkeve û noq bibe.

Ajansên NY dibêjin ku hîn 64 kes di encama binavbûna herdu qeyikan de di nav deryayê de windayî ne, li dema ku 11 kes hatin rizgarkirin û li bajarê Roccolla Ionica yê herêma Calabria ji alîyê nobedarên beravên Îtalî hatine bicih kirin.

Koçberên ku di qeyika duyê de bûn ji Îran, Sûrîyê û Îraqê bûn, li gor ajansên NY.

Rêxistina IOM dibêje ku heta niha îsal 749 kes li naverasta Deryaya Sipî mirine yan winda bûne. Ji 2014’an ve bêtirî 23,500 koçber mirine yan winda bûne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG