Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kobanê Xebatên Vejandina Dîlan û Govendên Kurdî Xurt Dibin

Li Kobanê Xebatên Vejandina Dîlan û Govendên Kurdî Xurt Dibin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00

Rêmaf Beyrî keça 16 salî berî 6 salan li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê tev li koma dîlana Kurdî bûye. Piştî ku wê di warê dîlan û govenda Kurdî de pêş xist, niha hewil dide ku zarokan hînî govendê bike.

Wekî li tevahîya Kurdistanê, herêma Kobanê jî çand û zargotina xwe, bi dîlan û govendên rengûreng dewlemend e.

Hînkera dîlanê Fatima Xelîl dibêje ku govend û dîlanên Kurdî nifş bi nifş hatîye veguhestin û bûye beşeke bingehîn ya nasnameya Kurdên Kobanî.

Pisporê folklora Kurdî Osman Alî jî bal dikşîne ku çend taybetmendîyên dîlan û govendên herêma Kobanî hene û ku her yek ji wan alîyên jîyanê û bûyerên cihêrengî nîşan dide.

Ev taybetmendî di warê rîtm, livîn û cil û bergên ku tên bikaranîn de diguherin û di nav xwe de jî mîna dîlana komî û takekesî yên ku di bone û şahîyên civakî de têne kirin, cihê dibin.Jibo parastina vê mîrasa çandî, ku yek jî dewlemendîya herî girîng ya Kurdan e, rêvebirîya li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê dest bi projeyeke şopandin û belgekirina tevgerên dîlanên folklorî yên Kurdî kiriye.

Di heman demê de Remaf jî dîyar dike ku dîlan jibo wê ayayeke watedayîna jîyanê ye û hêvîyên xwe tine ziman ku ewê xwe hîn pêşve bixe û di siberojê de bibe pisporeke çand û govendên Kurdî û bibe alîkar ku ew dîlanên rengîn ku ji bav û kalan mane,di nava nifşên nû de tim zindî bimînin.

XS
SM
MD
LG