Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berî Salvegera Şer, Bombebarana Tund A Îsraîlê Beyrûtê Dihejîne


Dumana êrîşeke Îsraîlî li taxên başûrê Beyrûtê bilind dibe, di nav şer û pevçûnên berdewam di navbera Hizbullah û hêzên Îsraîlî de. 5ê Cotmeha 2024.
Dumana êrîşeke Îsraîlî li taxên başûrê Beyrûtê bilind dibe, di nav şer û pevçûnên berdewam di navbera Hizbullah û hêzên Îsraîlî de. 5ê Cotmeha 2024.

Li seranserî Beyrûtê şeva borî û roja Yekşemê serê sibê teqînên mezin hatin bihîstin, ku çirûskên sor û spî yên bombebaranan bi qasî 30 deqeyan ji çend kîlometreyan dûr xuya kirin, dema ku Îsraîlê bombebaranên xwe li ser deverên asêgehên Hizbullahê zêde kirin.

Îsraîlê got ku hêzên wê yên esmanî "zincîrek êrîşên armanckirî li ser jimareke dezgehên embarkirina çekan û cihên binesaziya terorê yên girêdayê rêxistina terorîst a Hizbullahê li devera Beyrûtê pêk anîne".

Artêşa Îsraîlê got ku berî êrîşê, wê "jibo kêmkirina metirsiya zirarê li sivîlan, gav avetine, tevî hişyarîkiria xelkê li herêmê ".

Wezareta saxlemîyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê roja Şemiyê li seranserê Lubnanê de 23 kes hatine kuştin.

"Di êrîşên Îsraîlê duh li ser bajarok û gundên başûrê Lubnanê" û deverên din yên welat "23 kes hatin kuştin û 93 kesên din jî birîndar bûn", wezaretê roja Yekşemê got.

Hizbullahê di daxuyanîyeke de got ku wê hêzên Îsraîlî bi topan kiriye armanc piştî, dema wan hewl daye ku ber bi Xelat Şûaib li Blîda, li başûrê Lubnanê, bikevin nav axa welêt.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku milîtanên komê piştî nîvê şevê di dema rakirina "leşkerên mirî û birîndar" yên li herêma sînor ya Menarayê de roket avêtine leşkerên Îsraîlê.

Hizbullahê herwiha ragihand ku, wan bi dronan êrîş biriye ser bingeheke leşkerî ya Îsraîlê.

Berdevikê artêşa Îsraîlê roja Yekşemê bi zimanê Erebî hişyarîyên nû yên valakirina niştecihên derdora 25 deveran li başûrê Lubnanê da û bang li wan kir ku ber bi bakurê çemê Ewalî biçin.

Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî roja Yekşemê bang li civaka navneteweyî kir ku li Iser Îsraîlê zaxtê bike û got ku welat dê destpêka sala xwendinê paşde bixe jiber ku Îsraîl êrîşên xwe yên esmanî dijî rêxistina Hizbullah ya Lubnanî zêde dike.

Mîqatî got ku ew piştgirî dide hewên Amerîka û Fransa yên jibo peydakirina agirbestekî.

Wezîrê Perwerdehiyê Abbas Helebî diyar kir ku jiber "xeterîyên ewlehîyê" dê roja nû ya destpêkirina dibistanan jibo zêdetirî milyonek xwendekar 4’ê Mijdarê be.

Li gor karbidestên Lubnanî, nêzî 374 hezar kes di rojên dawî de ji Lubnanê reviyane Sûrîyê, jiber ku Îsraîl êrîşên xwe li seranserê wî welatî bi tundî didomîne.

Îsraîl êrîşan dibe ser taxên başûrê Beyrûtê û herwiha yên li bakur û rojhilatê Lubnanê jî.

Ji êrîşa Hamasê ya li Îsraîlê di 7’ê Cotmeha sala borî de û vir ve, zêdetirî 2000 kes li Lubnanê hatine kuştin ku 1000 ji wan di hefteya dawî de.

Hikûmeta Lubnanê texmîn dike ku derdora 1.2 mîlyon kes ji cih û warên xwe reviyane.

Neh leşkerên Îsraîlî li başûrê Lubnanê hatin kuştin ji dema ku Îsraîlê di 1’ê Cotmehê de dest bi operasyona bejayî li ser sînorê wê yê bakur kir.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG