Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Gazayê Dibêjin Di Êrîşeke Nû Ya Îsraîl De Bi Dehan Hatin Kuştin


Filistînî li Deyr al-Baleh a Gazayê ku di şeva 6ê Cotmeha 2024an de, li nav kavilên mizgefteka ku ji aliyê Îsraîlî ve hat armanckirin, digerin.
Filistînî li Deyr al-Baleh a Gazayê ku di şeva 6ê Cotmeha 2024an de, li nav kavilên mizgefteka ku ji aliyê Îsraîlî ve hat armanckirin, digerin.

Di êrîşên esmanî yên Îsraîlê li Kerta Gazayê de, li ser mizgeftekê û dibistaneke ku derbider lê dimînin, îro Yekşemê serê sibê herî kêm 24 kes hatin kuştin û 93 kesên din jî birîndar bûn, ofîsa ragihandinê ya hikûmeta Gazayê ya di bin kontrola Hamasê de got.

Karbidestên saxlemîyê yên Filîstînî ragihand ku herî kêm 20 kesên din jî şeva Şemîyê li bakurê Gazayê hatin kuştin.

Ofîsê herwiha eşkere kir ku Îsraîlê di 48 saetên borî de 27 mal, dibistan û stargehên awareyan yên li seranserî Gazayê kirine armanc.

"Ev tawan di nav şertên saxlemî yên dijwar de li Kerta Gazayê pêk tên, û nexweşxaneyên mayî nikarin lênerîna bijîşkîya baş peyda bikin jiber ku jimara birîndar û nexweşan her roj zêde dibe," wê got.

Artêşa Îsraîlê got ku wan "êrîşên dijî terorîstên Hamasê" pêk anîne, yên ku di nav navendên fermandarî û kontrolê yên li Dibistana Îbn Ruşd û Mizgefta Şuheda el-Eqsa ya li herêma Deyr el-Beleh li navenda Gazayê de bûn.

Hamas tawanbarîyên Îsraîlê red dike ku ew saziyên sivîl yên wek dibistan, nexweşxane û mizgeftan jibo armancên leşkerî bikar tîne.

Artêşê roja Şemîyê jibo beşên kampa Nuseyrat li navenda Kenar Gazayê, li bakurê Dêr el-Beleh, fermanên nû yên valakirinê dan, ku bi sedan malbat neçar kirin ku malên xwe biterikînin.

Di vê navberê de, şeva din tankên Îsraîlê êrîşî herêmên Beyt Lehîya û Jebalîya yên bakurê Xezayê kirin û firokeyan li gelek malan xisti, ku li gor karmendên saxlemîyê herî kêm 20 kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê got ku hêzên wê devera Cebelîa, ku navenda operasyonên wê ye, dorpêç kirine.

Di êrîşeke esmanî de jî, 10 kes di malekê de hatin kuştin, û pênc kesên din jî di êrîşeke din de li ser xaniyekî duyemîn hatin kuştin.

"Berî destpêkirina operasyonê, hêza esmanî jibo piştgirîkirinê êrîşî bi dehan armancên leşkerî kir, di nav de depoyên çekan, avahîyên jêrzemînî, şaneyên terorîst û avahîyên leşkerî yên din hebûn," daxuyaniya leşkerî ya Îsraîlê got.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê operasyon li gor pêwîstîyê bi êrîşên sîstematîk û wêrankirina radîkal ya avahîyên terorîst li herêmê berdewam bike.

Hamasê di 7’ê Cotmeha 2023’an de êrişî başûrê Îsraîlê kir û li gor daneyên Îsraîlê 1200 kes hatin kuştin û nêzî 250 kes jî dîl hatin girtin.

Li gor wezareta saxlemîya Gazayê di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazayê de 42 hezar Filîstînî hatine kuştin. Di heman demê de hema hema tevahîya 2.3 mîlyon Filîstînî ji cih û warên xwe revîyane, ku bûye sedema qeyrana birçîbûnê û bû îdiayên jenosîdê li Dadgeha Cîhanê ku Îsraîl red dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG