Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Pêşwaziya Maşi'l û Hanîye Dike û Hamas Difikire ji Qatar Derkeve


Erdogan Pêşwaziyê li Lîderên Hamasê Xalid Maş'il û Ismail Haniye Dike
Erdogan Pêşwaziyê li Lîderên Hamasê Xalid Maş'il û Ismail Haniye Dike

Îro Şemiyê Serokê siyasî yê Hamasê Îsmaîl Heniye li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Ofîsa Erdogan ragihand ku her duyan li ser gavên ku ji bo agirbesta daîmî ya li Gazayê hewce dike û gehiştina berdewam ya alîkariyan gotûbêj kirin.
û hewcedariya radestkirina berdewam û berdewam gotûbêj kirin.

Hevdîtin li avahiya Serokomariya Erdogan li pişt deriyên girtî pêk hat. Wezîrê Derve yê Tirkiyê roja Çarşemê di serdana xwe ya bo Dohayê de jî ligel Hanîye civiyabû.

Çavkaniyan diyar kirin ku Fîdan û Heniye ligel şanda xwe derbarê alîkariyên mirovî yên ji bo kerta Gazayê, agirbest û rehîneyan gotûbêj kirine.


Tirkîye ku endamê NATOyê êrîşa Îsraîlê ya li ser gazayê şermezar dike û banga agirbesteke lezgîn kir, Erdogan pir caran rêvebriya Îsraîlê bi tundî rexne kirîye .

Hamas ya ku di lîsta terorê ya Amerîka û hin welatên NATO de ye, Erdogan rêxistina Hamasê weke "tevgereke rizgarîxwaz" bi nav dike û piştevaniya Îsraîlê ya ji aliyê welatên rojavayî ve rexne dike.

Erdogan pêştir li parlementoyê ji parlementerên partiya xwe AKP re got "Ez ê dawiya hefteyê mazûvaniya serokê pirsa Filistînê bikim. Em ê li ser çend mijaran biaxivin."

Du serkirdeyên Hamasê di raporteke roja Şemiyê ya Wall Street Journal de gotin ku rêberên siyasî yên girûpa Hamasê hizra derketina ji Qeterê dikin, di heman demê de Hamas dibêje ku ew dixwaze pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re bihêz bike, tevî wergirtina rasterast a alîkariyê.

Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku tevî raporên ku dibêjin Qatar difikire rola xwe ya navbeynkariyê di navbera Hamas û Îsraîl de bidomîne, serokatiya Hamasê difikire ku ji wî welatî derkeve.

Li gorî wê raporê, çavkaniyên ji welatên erebî ragihandin ku di van rojên dawî de weke alternatîva Qatarê Hamas bi du welatên erebî re hevdîtinan pêk tîne û destnîşan kirin ku yek ji wan welatan Oman e.

Weke tê zanîn, di van salên dawî de, bi tevlîbûna welatên Erebî bi Peymana Îbrahîm re, Îsraîlê bi Omanê re têkilî danî bûn û sala borî jî Masqatê erê kir ku firînên Îsraîlê di esmanê wê re derbas bibin. Lê belê bi destpêkirina şer 7’ê Cotmeha borî dema ku Hamasê êrîşî Îsraîlê kirbû û ji encama wê êrîşê şerekî dijwar di navbera Hamas û Îsraîlê de li Gaza dom dike, Omanê têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re rawestandin.

Jêder: Reuters/WSJ/Haaretz

XS
SM
MD
LG