Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Ew Bazirganîya bi Îsraîlê re Sînordar Dike


Tirkîyê îro Sêşemê ragihand ku heta Îsraîl li Gaza agirbestê çêdike ew danûstandina bi wî welatî re sînordar dike.

Li gor daxuyanîya Tirkîyê, sînordarkirin, çîmento, hesin, gubre jî di nav de jibo bazirganîya 54 kategorîya hatiye ragihandin.

Enqerê ev gav piştî biryara Îsraîlê avêt ku daxwaza Tirkîyê ya jibo alîkarîyên jibo Gaza yên ji esmên red kiribû.

Jimareke dewletan dibêjin ji erdê derfetên şandina alîkarîyan sînordar in û ji esmên alîkarîyan davêjin herêma Gaza.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz ser gava Tirkîyê got ku ewê bi tedbîrên paralel bersîvê bidin.

Katz ji X’ê dîyar kir ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ‘’jiber piştgirîya jibo Hamas ya qatil berjewendîyên aborî yên hemwelatîyên Tirkîyê dike qurbanî.’’

Piştî hevdîtinên li Qahîreyê yên bi karbidestên Amerîka, Îsraîl, Hamas û Qatarê re koma çekdar ser berdana dîlên li Gaza û agirbestê danûstandin dikir.

Li gor danstandinên dawî, bi agirbesta şeş hefteyî hin rehîneyên li Gaza li hember bi sedan girtîyên Filîstînî têne berdan, alîkarîyên derbazî Gaza dibin têne zêde kirin û Filîstînîyên ji warên xwe derketine vedigerin başûrê Gaza.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu do Duşemê got ku ser danûstandinên li Qahîreyê raporeke berfireh hatiye ber destê wî.

Netanyahu dîyar kir ku ew jibo berdana sîvîlan û pûçkirina Hamasê dixebitin û dîyar kir ku jibo têkbirina wê koma çekdar divê ew di dema dîyarkirî de operasyonan bibin ser Refahê.

Amerîka ser gotinên Netanyahu ew demûdest hişyar kir.

Cîgira Berdevika Pentagonê Sabrina Singh got ku Washingtonê bi awayekî zelal dîyar kiririye ku ew dijî operasyona Refahê ye.

Sing da zanîn ku li Refahê pirtir ji 1 mîlyon sîvîlên Filîstînî hene û ew jiber fikarên ser wan dixwazin planeke pêbawerkirî bibînin.

Wê dîyar kir ku Îsraîlê heta niha ser Refahê ti plan nîşan nedaye.

Çaverê ye karbidestên Îsraîlî di rojên pêş de serdana Qesira Sipî bikin û bi rêvebirên Amerîkî re ser fikarên jibo Refahê biaxifin.

Hamasê di 7’ê Cotmeha 2023’yan de êrîş biribûn ser başûrê Îsraîlê û di encama êrîşan de 1200 kes hatine kuştin û bi qasî 250 kes jî dîl hatin girtin.

Piranîya wan dema agirbestê, heta niha 112 dîl hatin berdan û tê bawer kirin ku li Gaza 36 dîlên din jî yan mirine yan jî hatine kuştin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de heta Nihar pirtir ji 33,000 kes hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê dîyar dike ku di nav wan kuştiyan de bi hezaran mîlîtan hene.

êder: VOA

XS
SM
MD
LG