Janet Rapp li ser rêyek asfaltkirî ya di nav dar û bexçeyên bajêr de bi lezgînî dimeşe û silav dide kulîlk û ajalên her roj di vê dema rojê de dibîne ku navê her yekê dizane.
Rapp ya karkenar ku 71 salî ye, her sibe bi meşeke vî rengî dest bi rojê dike.
"Ez pir dilxweş im. Ev meşîn ne tenê êşa movika min sivik dike, "herwiha enerjî dide min ... Û piştre re jî min aram dike," Rapp dibêje.
Pisporên bijîşkî dipejirînin ku meşîn, rêyeke hêsan ya baştirkirina saxlemîya laşî û derûnî ye, rewşa laşxoşî mirov xurt dike û pêşî li nexweşîyan digire.
Tevî ku meş ne tenê cureya sporê ye ku divê mirov bike, lê ew ber bi jîyaneke saxlemtir, gava yekê ya girîng e, li gor pisporan.
Sarah Eby, doktora laşîşê dîyar dike ku feydeyên pir mezin yên meşînê hene û herkes dikare bi meşe.
"Hun ne hewceyî amûran in û ne jî hewcedarîya we bi endamtîya diravî ya navendên sporê heye."
Feydeyên Meşînê Çi Ne?
Dezgeha Saxlemîya Gel (OSG) ya Amerîka pêşnîyar dike ku meşîn dikare hewcedarîya heftane, 2 1.5 seatên çalakîya laşî ya tund-nerm, ya kesên ji 18 salî bi cîh bike.
Meşîn dibe alîkar ku xeterîya nexweşîya dil, tansîyona bilind, demansê, depresyonê û gelek cureyên penceşêrê kêm bike.
Meşîn asta şekirê xwînê jî baştir dike, jibo saxlemîya hestî baş e û dikare alîkarîya hindakirina qelewbûna we bike û hun çêtir xew bikin.
Feydeyeke din ya wê? Meşîn çalakîyek kêm-bandor e ku dema dil û pişikên we xurt dike, kêmtir zextê li movikan dike.
Lê Anita Gust, ya ku li zanîngeha Minnesota Crookston dersên zanistîya sporê dide, hişyarî dide, ku tevî hemû feydeyên wê, tenê meşîn "jibo tendirustî û saxlemîya giştî qîm nake."
"Jiber ku meşîn perwerdeya berxwedanê ya ku hêz, zexm û xweparêzîya movikan peyda nake," wê got.
Gust bal dikşîne ku çalakîyên bi vî rengî bi taybet jibo saxlemîya hestîyê jinan her ku temen digirin, pir girîng e.
Bilî meşîna rojane, pispor pêşnîyar dikin ku di hefteyekê de herî kêm du caran çalakîyên perwerdeya berxwedanê yên laş bikin; giranî rakin, alavên sporê yên laşî bi kar bînin – û çalakîyên ku nermbûnê movikên wê çêtir dikin, mîna yoga yan tevgerandina bi dirêjkirinê bikin.
Gelo Hun bi Rastî Rojane Hewceyê 10 Hezar Gavan E?
Hema hema her kesî ev gotara ku divê mirov rojane deh hezar gavan bavêje bihîstiye, ku dîroka wê diçe heta kempeynek bazirganîyê ya 1960’an li Japonya.
Lê pispor dibêjin ku gotara 10 hezar gavan, tenê rêbernameyeke baş ya erenî ye.
Julie Schmied, hem hemşîre ye û berpirsa navenda Bi Meşînê Saxlemîyê Peyda Bike, ya bêperê ye.
Amerîkî rojê di navbera 3- 4 hazar gavan dimeşin û baş e ku bi rêjeyî jibo 10 hezar gavan bixebitin, Schmied dibêje.
Sazkirina armancekê demê jî dikare kêrhatî be. Shmied dîyar dike ku 150 deqîqeyên pêşniyarkirî jibo di hefteyeke de, werin dabeşkirinê rojane 30 deqîqeyên , yan jî rojê, sê caran 10 deqîqeya, ya pênc rojên di hefteyê de.
Di hewaya nebaş de, mirov dikarin li navendên kirîn-firotinê yan li cîhên girtê li ser alavan bimeşin.
Rêveçûna bi malbat, dost û hevalan re - tevî kûçik yan ajalan - yek rê ye.
Herwiha komên meşînê yên qelebalix, meşîna bi rêberîya pisporekî û gelek rêkên din dikarin meşîna xwe ya rojane bi kefxweşî rêve bibin û mayînde bikin.
Jêder: AP News