Ukrayna Dibêje Rûsya Cara Yekê Muşekeke Balîstîk ya Dûravêj Xebitandiye

Wêneyeke ceribandina muşekeke ICBM ya Rûsî (Arşîv)

Rêvebirîya Kîev îro Pêncşemê ragihand ku Moskowê jibo cara yekê muşekek balîstîk ya dûravêjavêtîye Ukrayna.

Hêza esmanî ya Ukrayna bi daxuyanîyekê ragihand ku hêzên Rûsî danê sibê ji herêma Astraxan çend cure muşek avêtine ser navenda bajarê Dnipro û binesazîya girîng amanc kirine.

Hêza esmanî ya Ukraynî dîyar kir ku hêzên berevanîya esmanî şeş muşek xistin xwarê, lê zelal nekir ku muşeka balîstîk ya navparzemînî (ICBM) hatiye xistin yan ne.

Karbidestên xwecîhî got ku bombebarana esmanî ya Rûsî zarar daye gelek xanî û dikanan.

Berdevikê Kremlînê Dmitrîy Peskov li ser pirsa gelo Moskowê muşeka balîstîk ya navparzemînî xebitandîye, got ku di vê mijarê de tiştek tuneye ku ew bibêje.

Ukrayna di van rojên dawî de karanîna muşekên kujer yên dûravêj zêde kirine, piştî ku Washington destûr dabû Kîevê ku muşekên ku Amerîka dane dijî armancên leşkerî yên li hindurê Rûsyayê bi kar bîne.

Di vê navberê de medyaya Brîtanî roja Çarşemê ragihand ku Kîev muşekên Storm Shadow, ku ji alîyê Brîtanya ve hatine dayîn, avêtine ser armancên li hindurê Rûsyayê.

Wezareta berevanîyê ya Rûsya ragihand ku sîstemên wê yên berevanîya esmanî du muşekên Storm Shadow gêr kirine, lê zelal nekir ku ew li ser axa Rûsî yan Ukraynî hatine xistin.

Jêder: AFP