Tusk Ser Pêkanîya Derketina Şerekî Cîhanî Hişyarî Dide

Serokwezîrê Polonya Donald Tusk ser gurbûna pevçûnên Rûsya û Ukrayna got bûyer nîşan didin ku rîska çêbûna şerekî cîhanî mezin e.

Rûsya herî dawî bi muşekeke hîpersonîk êrîş birine ser bajarekî li navenda Ukrayna.

Serokê Rûsya Vladimir Putin do Pêncşemê got êrîşa hîpersonîk jibo helwesta Amerîka û Brîtanya bersîv e ku wan destûr dabû ku Kîev bi muşekên wan yên dûravêj êrîşan bibe ser kûrahîyên Rûsya.

Tusk di konferansekê de dîyar kir ku şerê li rojhilata dikeve asteke dîyarker û ew hîs dikin hin tişt nêz dibin.

‘’Pevçûn derbazî qonaxên dramatîk dibin. Çend saetên dawî nîşan didin ku rîska şerekî cîhanî heye û ev rîsk cidî û rast e.’’

Polonya, ku li sînorê Ukrayna, Rûsya û Belarûsê bang li dewletên NATO dike ku jibo berevanîyê pirtir pereyan xerc bikin.

Moskowê do Pêncşemê dîyar kir ku ger Amerîka li bakurê Polonya bingeha berevanî ya muşekên balîstîk çêke ewê asta metirsîya navokî bilindtir bibe.

Li ser wê gotina Moskowê, karbidestên Polonya dibêjin ku gefên Moskowê argumana berevanîya NATO xurttir dikin.

Jêder: Reuters