Qedexa li ser Surê ket sala sêyan. Li navça Sura Amedê li şeş taxan di 2ê meha 2015’an de qedexa çûn hatinê hatibû îlankirin û çar meh li wir şer û pevçûn çêbûn di nav şervanên Kurd û hêzên ewlekariya dewletê de.
Çavkaniyên Kurd dibêjin di pevçûn û operasyonan de li Surê 73 şervan hatin kuştin, lê li gorîdaxuyaniyên rayedarên deletê ev hejmar 271 e. Di pevçûnên Surê de 68 leşker û polêsa jî hatibûn kuştin.
Encama operasyonên Surê jibo rûniştvanên navçeyê giran bû. Li şeş taxan 22 hezar 323 rûniştvan mecbur man koç bikin.
Li taxên Cemal Yilmaz, Hasirli, Savaş, Dabanoglu, Cevatpaşa û Fatihpaşayê bi giştî 3 hezar û 569 xanî hatin xerakirin ku di nav wan de gelek şinwarên dîrokî jî hebûn.
Yekitiye muhendis û mimaran li Amedê rapora du salan ya Surê amade kirin.
Roja şemiyê rapor ji raya giştî re hat eşkrekirin.
Mimar Herdem Dorul raporê xwend û da zanîn wêraniya mezin piştî bidawîhatina pevçûnan çêbuye.
Wî got dîmenên ji Google erthê di raporê de bikar anîne jber ku ketina surê jibo wan jî qedexe bû.
Herdem destnîşan kir li çar taxên Surê di nav 16 mehaên piştî şer û pevçûnê 46 hektar cî hatiye xerakirin.
Wî jibo xaniyên ku neha dewlet li nav Surê çidek got:
"Behsa lêkirina 5-6 hezar avahiyan diki û bihayê wan girane ku kes nikare bikire. Ku xaniyê kevin buna belkî bihatina firotin lê kes naçe xaniyê beton li nav Surê nastine"
Ew îddia dike armanca sereke valakirina Surê bû û karê ku neha tê kirin bê plan û bername ye.
Your browser doesn’t support HTML5