Li Tirkiyê Desteyên AGİTê Çavdêriya Hilbijartinan Dikin

Endamên AGIT

Ji bo hilbijartinên 24ê Heziranê AGİT jibo çavderiya hilbijartinê heyetan şand Tirkiyê.

Gent Ramaadan li ser navê Norweç, Pekka Vihervas li ser navê Finlandiya çavderiyê dikin. Ew herdû li deh bajarên Kurdan di prosa hilbjartinê de xebtana dikin û çavderiyên xwe di rapora dawî de parvedikin.

Di çarçova xebatên Agitê de Li herêmê li Amed, Bingol, Batman, Bedlis, MUş, Mardin, Tunceli, HAkkari, Şırnak, Van bi walî, şaredar, nûnerên rêxistinên sivîl, rojnamevanan re hevditinan pêk tînîn.

Endamên AGİTê piştî hilbjartinê çavderiyên xwe bi raporek eşkere dikin.

Rapor jibo dewletan weke pêşniyar in. Dewlet ne mecburin pêşniyarên ku AGİT destnîşan dike bicî binin.

Hêjayî gotinê ye, AGİT di referanduma 16ê Nîsana 2017'an de jî çavderiyê kir û raporta xwe eşkere kir.

AGİT di rapora xwe de destnîşan kiribû referandûm di şertên wekhev de çênebûye. Herwisa behsa şer û pevçûn û ruxandina bajarên Kurdan jî kiribûn ku jiber van sedeman gelek Kurd nikaribiye deng bide.Di raporê de hatibû diyarkirin SErokomarê Tirkiyê derfetên dewletê jibo kampeyn û berjewendiya xwe bikar aniye.

Cî dabûn ser zextên azadiya ramanê, zindakirina rojnamevanan û giritna televiyonan jî.

Hêjayî gotinê ye Lijneya Hilbijartinê YSK biryar da jiber şertên ewlehiyê li 19 bajaran sindoqên dengan bibin tax û gundÊn bi ewle.

170 hilbjiêr mecburin li gund û taxê cuda deng bidin.

HDP îddia dike ev biryar li dijî wan hatiye sendin û dibêjn li 19 bajaran herî zêde deng ji HDPê re dertê.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Xecîcan Farqîn