Dadgeha Sulh û Cezayê ya Ayvalikê, pirtûka bi navê "Dîroka Kurdistanê" ku beriya 17 salan ji Weşanxaneya Avestayê çap bûbû, qedexekir.
Hêjayî gotinê ye ku, heman pirtûk beriya 17 salan ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) jî hatibû qedexekirin, herwisa cezayê pere li weşanxaê hatibû birîn, lê piştî rakirina qedexê ev pirtûk çar caran çap bû.
Xwediyê Weşanxana Avestayê Abdullah Keskîn destnîşan kir ew bi tesadufî pê hisîyane ku pirtûk hatiye qedexekirin. Wî da zanîn biryara qedexê di meha yekê de hatiye dayîn lê piştî derbazbûna heft mehan, ev biryar ji wan re nehatiye ragihandin.
Abdullah Keskîn got"Ku ev biryarek sistematik be weşanxanên Kurdî nikarin karê xwe bidomînin". Weşanxaneya Avesta dawiya sala 1995'an ava bû û heta 2007'an nêzî 20 kitêbên Avesta hatibûn qedexekirin.
Par jî, 10 kitêbên Weşanê hatin qedexekirin, xwediyê Weşanxana Avestayê Abdullha Keskîn weha behsa çîroka qedexkirina van pirtûkan dike: "Li navça Hezexa Şinexê polês dema ku davêje ser malek û xwediyên malê bi hiceta piştevaniya rêxistina terorê kirine, digrin. Herwiha dest didin ser pirtûkên li malê ne. Di nav wan de neh pirtûkên ji Weşanxaneya Avestayê derketine jî hebûne. Bi girtina xwediyê malê, dadgeh biryara qedexekirina van kitêban jî dide ku ev ne pirtûkên sîyasî ne."
Wî da zanîn Serdozgeriya Stembûlê jibo deh pirtûkên zimanê wan bi Kurdî jî lêpirsinek daye destpêkirin û guman heye ew jî werin qedexekirin.
Birêz Keskîn Yekitiya Weşangerên Tirkiyê rexne dike ku qedexekirina pirtûkên Kurdî jixwe re zêde nakin derd.
Your browser doesn’t support HTML5