Li Seranserî Amerîka Îro Cejna Spasdariyê 'Thanksgiving' Tê Pîrozkirin

Merasîma Serokatiyê ya Lêborîna Elokan li Çîmena jêrî ya Qesra Spî 25 Mijdarê, 2024.

Îro Pêncşemê li Amerîka wek Roja Spasdarî tê pîroz kirin ku çandeke dûr û dirêj e.

Roja Spasdarîyê her sal di Pêncşema çaran û dawî ya meha Mijdarê de tê pîroz kirin.

Di vê roja bêhinvedana federalî de, bi mîlyonan Amerîkî bi serdana malabtî û heval û hogirên xwe radibin.

Di Roja Spasdarîyê de, ku nîşaneya hatina demsala zivistanê ye, Amerîkî li mala dost û hevalên xwe kom dibin û bi hevre pirranî xwarina cilux (elok) dixûn.

Di vê roja taybet de, hin Amerîkî jî dema xwe jibo rêxistinên xêrxwaz vediqetînin û xwarinên spasdarîyê pêşkêşî sitargehên bêmalan dikin.

Serokê Amerîka Joe Biden di peyameke kurt de li ser Xê Cejin pîroz kir û got, "Pir ji dil spas Amerîka: Roja Spasdarîyê Pîroz B. Jill û ez, em gelek spasdar in ji bo baweriya ku we di van çar salên borî de dabû me...Xizmetkirina we rûmeta jiyana me bû."

Serokê Hilbijartî yê Amerîka Donald Trump, di peyameke xwe de li ser platforma X peymaek belav kir û cejna Spasdariyê li hemûyan pîroz kir û aliyên çep yên li Amerîka rexne kirin, weke ew dibêje "yên ku dixwestin welatê me wêran bikin."

Trump got "Serkeftinek mezin ji bo kesên ku dixwazin AMERÎKA DÎSA MEZIN BIKIN! dixwazîn, Welatê me dê di demek nêzîk de rêzdar, berhemdar, dadperwer û bi hêz be, û hûn ê, ji berê zêdetir, bi Amerîkîbûna xwe serbilind bin!"

Federasyona Elokan ya Netewî ya Amerîkî radigihîne ku her sal di Roja Spasdarîyê de dora 50 mîlyon elok li Amerêka tê xwarin.

Saziyên veguhastinê yên Amerîkî radigihînin ku îsal sala herî zêde geştiyar û rêwîtî pêkahtiye û jibo serdana malbat û kesûkaran sefer kirine.