Partîya Siberojê Rêvebirên Payebilind Guhertin

Serokê Partîya Siberojê Ahmet Davutoglu rêvebirên partîyê ku di hilbijartinan de hatine hilbijartin guhertin.

Di parlama nû ya Tirkîyê de Partîya Siberojê wê bi 10 parlamanteran were temsîl kirin.

Li şûna ji rêvebirên payabilind yên Partîya Siberojê Nedîm Yamali, ku seroktîya karên sîyasî yên partîyê dikir, Ayhan Sefer Ustun hat erkdar kirin.

Seroka Sîyasetên Çand û Hunerê yên Partîya Siberojê Sema Sîlkîn Un jî ket parlamanê.

Di dewra nû de li şûna wê Burçak Başbuğ Erkan wê kar bike.

Partîya Siberojê di Hevpeymanîya Netew de ye û piştgirî de berbijarê wê tifaqê Kemal Kiliçdaroglu.

Hêjayî bîrxistinê ye, Davutoglu di Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de yek ji sîyasetvanên li pêş bû û serokwezîrîya Tirkîyê jî kiribû.

Jêder: Partîya Siberojê