Le Monde: Saudî Hewil Dide Rê li Kirîna Qeter a Mûşekên Rûsî Bigre

Rojnameya Le Monde a Frensî ragihand ku Erebistana Saudî dixwaze Frensa alîkariya wê bike ku nehêle welatê Qeter sîstemeka berevaniyê ji Rûsya bikire.

Le Monde got wê nameyeka Şahê Saudî Selman dît ku ji serokê Frensa Emmanuel Macron re nivîsandiye û tê de “xemên xwe yên kûr” derdibire li dor niyaza Qeter a kirîna mûşekên S-400, ku sîstema berevanî ya herî pêşketî ye li Rûsya.

Li gor Le Monde, name dibêje eger ev mûşek bên şandin “dê Erebistana Saudî hemî pîvanên pêwîst bide ber çavan ji bo jinavbirina sîstemê, din av de jî kiryara leşkerî.”

Tê zanîn, Erebistana Saudî û hin welatên din ên Ereb sala borî li dijî Qeter rawestiyan bi tawanbariyên piştgiriya terorîzmê, lê Qeter wan tawanbariyan red dike.