Rûsya Dibêje Ew li Rojhilata Bakurê Ukrayna Pêşve Diçe

Wezîrê Berevanî yê Rûsya Andrei Belousov îro Înê got ku hêzên Rûsî pêşveçûnên xwe yên li rojhilata bakurê Ukrayna didomîne.

Belousov bi vîdyoyekê dîyar kir ku wan li rojihlata bakurê Ukrayna yekîneyên herî baş yên Ukraynî têk birine.

‘’Bi xebatên me yekîneyên wan yên herî baş bin ketin. Niha lezek hatiye pêşveçûnan.’’

Wî got ku wan rê li ber hemî planên hêzên Ukraynî yên jibo 2025’an girtine.

Agahîyên eşkere nîşan didin ku bi qasî 20 ji sedê axên Ukraynî ketine destê hêzên Rûsya.

Hêzên Rûsî herî dawî Kupiansk ya herêma Kharkivê xist bin kontrola xwe û pêşveçûna wan ji Adara 2022’yan vir ve di asta herî bilind de ye.

Jêder: Reuters