Kremlîn Dibêje Tankên Abrams yên Amerîkî jî di Qada Şer de Dişewitin

Tankên Abrams yên Amerîkî li Estonya (Arşîv)

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov îro Çarşemê ragihand ku tankên şer yên Abrams ku Amerîka hizra şandinê ji Ukrayna re dike, wek tankên din dişewitîn.

Peskov di preskonferansa rojane de got ku radestkirina çaverêkirî yan wan tankan wek bêaqilîyeke mezin bi nav kir.

Wî got ku her çend şandina tankên Abrams hêj nehatiye piştrast kirin jî, wê tenê hindakirina pereyan bin.

"Ez pêbawer im ku gelek pispor bêaqilîya vê ramanê fam dikin. Plan di warê teknolojîyê de felaket e. Hizrên ku tankên Abrams wê hêza artêşa Ukraynî xurt bike, nirxanindeke xelet e jiber ku ev tank jî mîna hemî yên din dişewitin.”

Kîev, bi mehan e ku tankên Rojavayî dixwaze û dibêje ku hêzên Ukraynî hewceyî wan tankan e ku xetên berevanî yên Rûsî bişkînin û heremên dagirkirî yên li rojhilat û başûr rizgar bikin.

Karbidestên Amerîkî do Sêşemê ji Reutersê re gotibû ku Washington amade ye bi dehan tankên xwe yên şer M1 Abrams bişîne Ukrayna ku helwesta xwe ya berê guhert.

Ev ragihandina Amerîka di vê demê de tê ku piştî ku Almanya wê tankên Leopard 2 bişîne Ukrayna ku di destpêkê de dijî vê daxwazê derketibû.