Serokwezîrê Romanya Ludovic Orban Karvekişîna Xwe Ragihand

Ludovic Orban

Serokwezîrê Romanya Ludovic Orban piştî têkçûna di hilbijartinên giştî de karvekişîna xwe ragihand.

Li gor encamên ne fermî yên hilbijartinên Romanya, Partîya Lîberal ya ku Orban rêberîya wê dike bi qasî 25,01 ji sedê dengan sitand û bû partîya duyê.

Partîya Demokrat ya Sosyal (PSD) jî, ku li rikeberîyê bû, 29,79 ji sedê dengan sitand û bû partîya yekê.

Yekîtîya Rizgarkirina Romanya (USR) ya li opozîsyonê jî 14,8 ji sedê dengan sitand.

Jiber ku ti partîyan piranîya pêwîst bi dest nexist, li ber e ku hikûmeta koalîsyonê were ava kirin.

Ger Partîya Lîberal bi partîyên biçûk re koalîsyonê çêke dibe ku li desthilatê bimîne û çaverê ye ku Orban wek rêberê partîyê beşdarî hevdîtinên ser koalîsyonê bibe.

Bi hilbijartina li Romanya 329 parlamanter û 136 senator hatin hilbijartin û ne li ber bû ku partîyek bi serê xwe desthilatê bi dest xe.