Konseya Ewlekariya Netewî ya Tirk Ser Efrînê Biryar Standin

Komîta Ewlekariya Netewî Ya Tirk "MGK roja Çarşemê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan kom bû. Civîn 4,5 seatan dewam kir.

Di encama kombûnê de biryar hat dayîn ku "Tirkiye li sînorê xwe rê nade ku korîdora terorê û artêşa teroristan were avakirin."

"Li keviyê sînorê Tirkiyê ne rê didin ku koridorek jibo teroran were çêkirin ne jî rê didin ku artêşa teroran were damezrandin. Jİbo rê li pêşiya artêş û korîdorê bê girtin, çi divê dê bê kirin."

Biryarek girîng ya kombûnê jî ewe ku li hikumetê tê pêşniyar kirin ku Rewşa awarte carek din were dirêj kirin.

Encamnama Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de weha tê gotin:

"Li keviyê sînorê Tirkiyê, ne rê didin ku koridorek jibo teroran were çêkirin, ne jî rê didin ku artêşa teroran were damezrandin.

Jİbo rê li pêşiya artêş û korîdorê bê girtin, çi divê dê bê kirin."Hat destnîşankirin ku "bi biryarek qeyîm dê gavên pêwist dê werin avêtin."

"Jibo qeyimkirina ewlehiya sînor, herwisa jibo ewlehiya can û malê gel, li dijî êrîş û gefên ji rojavayê Suriyê, bi biryarek qeyîm dê gavên pêwist werin avêtin."

Di encamnama MGKê de hatiye îfadekirin ku çekên li YPGê hatine belavkirin divê ji wan werin sendin.

Hatiye gotin "Amerika bi çekan piştevaniya PYD/PKK dike."

"Rêxistnên terorê bi eşkereyî li ser welatê me gef in. Di bin banê NATO'yê de dewleteke ku mitefîqê me ye, bêyî ku ewlehiya me li ber çavan bigre, teroristan weke şirîkê xwe îlan kir û çekan da wan. Ev kirin ji aliyê me bi xemginiyek tê temaşe kirin.

Tekoşîna li dijî DAİŞê ber bi dawiyê ve diçe. Jiber wê yekê divê rojek beriya rojekî çekên ku li rêxistinên PYD/PKK hatine belavkirin, ji wan werin sendin.

Em ji jibo aşitiyê jji mutefîqên xwe li hêviya helwestek xwedî rêgezin.

Ji aliyê dinê ve Lijneya Weziran jî di heman rojê de bi serokatiya Serokomar Erdogan kom dibe.

Your browser doesn’t support HTML5

Xecîcan Farqîn_ Amed 17.01.2018