Mesihîyên Suryanî û Keldanî li Amedê Cejna Noel Pîroz Kir

Cejna dayikbûna Hezretî Îsa, li Amedê li dêra Dayik Meryem ya Suryanîyan hat pîroz kirin.

Krîstîyanên ji civaka Keldanî û Suryanîyan beşdarê merasîma olî bûn û piştre hevdû pîroz kirin. Qeşeyê dêrê, Yusuf Akbulut merasîm bi rêve bir û peyamên aşitî hatin dayîn.

Jiber ku dêra Keldanîyan li taxên qedexe yên Surê ne, ew jî tevlê merasîma Dêra Suryanîyan bûn. Noela civaka Ermenî jî di 6’ê meha yek, Rêbendanê de ye.

Dêra Surp Gragos jî wek dêra Keldanîyan, li taxên qedexe yên Surê ye. Ji Weqfa Dêra Surp Gragosê Gaffur Turkay destnîşan kir ku ew sê sal in ku nikarin herin dêra xwe.

“Ji şer û pevçûnan zîyanên gelek mezin di dêrê de çêbû. Di nav sê mehên dawî de zîyanên nû di holana dêrê de çêbûne û hin kes bi çakuç û balyozan beşa ayînê ya dêrê şikandine,” Turkay bi xemgînî got.

***

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_12_26_2017_Noel