Kîev, jiber Gotinên Ser Qirimê Serokê Xirvatistanê Milanovic Rexne Dike

Wezareta Derve ya Ukrayna, Serokomarê Xirvatistanê Zoran Milanovic rexne kir ku gotibû Qirim wê ti car venegere bin kontrola Kîevê.

Wezareta Derve ya Ukrayna nerazîbûna dîyar kir ku ew şirove bi ti awayî nayê qebûl kirin.

Rûsya di sala 2014’an de Qirim ji destê Ukrayna girtibû, lê Kîevê dîyar kiribû ku ewê dest ji wir bernedin.

Milanovic do Duşemê ser alîkarîya leşkerî ya Zagrebê ya ji Kîevê re nerazîbûna xwe nîşan dabû û gotibû ku eşkere ye ku Qirim dê careke din nebe parçeyeke Ukrayna.

Berdevkê Wezareta Derve ya Ukrayna Oleg Nikolenko ji Facebookê ragihand ku gotinên serokomarê Xirvatistanê qebûl nakin.

Nikolenko, jibo piştgirîya Xirvatistanê ya ji Ukrayna re spas kir, lê got ku daxuyanîyên wî rengî ser yekîtîya axa Ukrayna gumanê çêdike.

Serokwezîrê Xirvatistanê Andrej Plenkovic bi awayekî eşkere piştgirî dide Ukrayna.

Jêder: Reuters