Koreya Bakur Dijî Amerîka Gefa Êrîşkirina Girava Guamê Xwar

Piştî hişyariyên tund yên Serokê Amerîka Donald Trump, Koreya Bakur, dijî Washingtonê gefa êrîşa navokî xwar.

KCNA, ku ajansa fermî ya Koreya Bakur e, ji zarê karbidestekî leşkerî ragihand ku Pyongyang amadekarîya firandina muşekan ber bi Girava Guam ya Amerîka dike.

Karbidestê leşkerî dîyar kir ku ger Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un fermanê bide, ewê demûdest muşekan bifirînin Guamê.

Serok Trump gotibû ku ''ger Koreya Bakur ceribandina muşekan bidomînê ewê Amerîka bi agir û hêrseke ku dinê berê nedîtîye bersîvê bide.''

Walîyê Guamê Eddie Calvo da zanîn ku ewê serî li ber gefên Pyongyangê netewînin.

''Guam axa Amerîka ye, ne tenê bingeke leşkerî ye'' Calvo got.

Calvo bi berdewamî dîyar kir ku bi Qesra Sipî re axifîye û ser gotinên wezîrê berevanî û yê ewlekarîya navxweyî tedbîrên parastinê berfirehtir kirine.