Îtalya Dibêje li Başûrê Lubnanê 8 Roket li Navenda Yekîneyên Wê ya UNIFIL Ketine

Wezareta Berevanî ya Îtalya îro Sêşemê ragihand ku li Şama ya li başûrê Lubnanê 8 roket li navenda yekîneyên Îtalî yên UNIFIL ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ketine.

Li gor ragihandina wezaretê ti kes birîndar nebûye, lê 5 leşkerên Îtalî li navenda saxlemî ya bingehê di bin çavdêrîyê de ne.

Mîsyona berevanîya aştîyê, ku bi navê UNIFIL’ê tê zanîn, jiber şerê leşkerên Îsraîlî û çekdarên Hizbullahê yên bi piştgirîya Îranê li Lubnana Başûr hatin bi cîh kirin.

Îtalya ji demeke dirêj vir ve jibo wê operasyona pir neteweyî piştgirîyeke girîng dide.

Wezareta Berevanî ya Îtalya vekolînên ser cîhên ku roket jê hatine û berpirsên wê bûyerê didomin.

Jêder: AFP