Îran Dibêje Ewê di Bin Rêvebirîya Trump de jî Berjewendîya Xwe Biparêze

Berdevka hikûmeta Îranê Fatima Mohaceranî îro Sêşemê got ku Îran wê di bin rêvebirîya Trump de jî berjewendîya xwe ya netewî biparêze.

"Hikûmeta Îranê, tiştê ku berjewendî û nirxê şoreşê misoger dike, wê bişopîne,“ Mohaceranî wek bersîva pirseke li ser hatina Trum ya ser desthilatê got.

Mohaceranî herwiha got ku sîyaseta Trump ya zêdekirina givaştinên ser Îranê têk çûye, lê bare wê sîyasetê li ser gel de maye.

Tiştê girîng kiryar e, ne gotin e, lê em pêşnîyar dikin ku Trump têkçûna biryarên xwe yên berê bifikire,” Mohaceranî bi berdewamî got.

Trump, di sala 2015an de, bi awayekî yekalî Amerîka ji peymana navokî ya Îranê ya bi hêzên cîhanê re vekişandibû û jinûve biryara danîna toleyên dijî Îranê dabû ku ew ceza aborîya wî welatî xistibûn rewşeke dijwar.

Heta niha ti raport yan daxuyanî tuneye ku serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump û tîma wî plana danûstandinên wî rengî bi Îranê re dikin yan ne.

Hevdîtinên nerasterast yên navbera Washington û Tehranê yên jibo vejandina peymana navokî di bin rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden de destpê kiribûn, lê piştî demekê xetimîbûn.

Tevî ku Îran hîn jî bi awayekî fermî beşek ji rêketinê ye, Tehranê jiber jinûve danîna toleyên Amerîkî dest ji sozên xwe yên cîhanîna mercên peymanê berdabû.

Jêder: Reuters