VIENNA - Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomî ku bingeha wê li Vienna ye dibêje, Îranê makînên pêşkeftî yên pîtandina Uraniumê li bingeha atomî ya Natanz ya jêr zemîn bikar tine.
Îranê dest bi pîtandina Uraniumê kirîye ya ku di qonaxbendiya 4.an deye li bingeha Natanz. Ajansa Navnetewî vê weke binpêkirinek din ya Îranê ya peymana Navokî ya sala 2015ê dibîne, ku welatên navnetewî bi Îranê re îmza kirbû.
Ev jî yek ji nûtirîn pêngavaye yên ku Îranê avêtine jibo givaştinên li ser serok Biden, ku nadixwze pêngava pêşî biavêje da ku rêgir be Îran nikare bombeya atomî çê bike, dema ku bixwaze.
Îranê sala 2019ê dest bi hin pêşêlkariyan kirbûn weke reaksyon li hember vekişîna Amerîka ji peymana navokî li ser ema rêvebiriya serokê berê Donald Trump de. Herwiha danîna sizayên nû yên aborî li ser Komara Îslamî ya Îranê htbûn danîn.
Li gor peymana navnetewî rê bi Îranê hatbû dan ku makînên pîtandina uranium bo armancên bazirganî ji generasyona kevin ji cûrê IR-1 li kargeha (FEP) ya Natanz bikar bîne.
Lê sala borî Îranê rêjeya pîtandinê zêdekirbû ku dikare gelek bileztir ji IR-1 pîtandinê bikar bîne. "Li 31ê Adarê ajansa navnetewî tekez kir ku li Natanz -FEP: Îranê dest bi pîtandina UF6 kirîye û di gonaxbendiya 4an de 174 IR-2m bikar anîne."
Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomî roja Çarşemê ev yek di raporteke veşartî de binav kirîye, ku ajansa Reuters roja Pêncşemê ew raport bidest xistîye ku Îranê rêjeya pîtandina uranium ya UF6 bi makîneyên IR-2m bikartîne, herwiha raporta ajansê dide zanîn ku pîtandin bi makîneyên IR-4 hêjî bikar nehatine.
Raporta IAEA ya ku jibo welatên endam hatiye şandin dibêje "Bi kurtasî ajans şiyaye eşkere bike ku Îran ji 31ê Adar 2021ê vir ve 5060 maknîneyên ji cûrê IR-1 bo pîtandina uranium bikar tîne û li ser 30 zinceyan hatiye tesbît kirin û 696 makîneyên din yên ji cûrê IR-2m li ser 4 celebên li dûv hev ku 174 maknîyên ji cûrê IR-4 ku dikare pîtandina UF6 bi şêweke xwezayî heta 5% ji bikr bîne, ji koma U-235 li bingeha Natanz encam dide."
Weke di raporta IAEA de hatî ya ku jibo hemû endamên rêxsitina navnetewî hatî şandin.