Nasralah: Ger Şer bi Îsraîlê re Berfireh Bibe Ewê li Wî Welatî 'Cîhekî Ewle Nemîne'

Rêberê Hizbulahê yê li Lubnanê Hasan Nasralah got ku eger koma çekdar ya Lubnanî û Îsraîl şer bikin, ewê li Îsraîlê ti cîh ne ewle be.

Nasralah di axaftina xwe de, ku li ser televîzyonê hat weşandin, dîyar kir ku ger pevçûnên Hizbulah û Îsraîlê berfireh bibin, ewê Îsraîlê jibo wan bibe ‘’banka armancan.’’

‘’Êdî çekên me yên nû hene, lê ezê nebêjim ew çi ne. Dijmin dizane ku em xwe ji ya herî xirab re amade dikin û ti cîh ji roketên me xelas nabe.’’

Wî dîyar kir ku ewê jiber muşek û dronên wan li Îsraîlê ti cîh ne ewle be.

Hizbulahê pêr Sêşemê hin dîmenên dronan weşandin û dîyar kir ku ew cîhên taybet yên li kûrahîya Îsraîlê ne.

Generalê Hêzên Berevanî yên Îsraîlê Herzi Halevi do Çarşemê, dema li nêzî sînorê Lubnanê di serdanekê de bû, got ku wan hay ji çekên Hizbulahê heye.

Halevi dîyar kir ku Hizbulah bi tenê beşekî biçûk yê kanînên wan dizane û got ku di demên pêdivî de ewê bersîvê bibînin.

Îsraîl û Hizbulah ya hevbenda Hamasê ji gurbûna şerê li Gazayê vir ve êrîşan dibin ser hevdu. Amerîka Hizbulah wekî rêxistineke terorîst dide nasîn.

Ji Cotmehê vir ve li Lubnanê piranîya wan çekdarên Hizbulah pirtir ji 400 kes hatine kuştin û pirtir ji 80 sîvîlan jî canên xwe ji dest dan.

Li hêla Îsraîlê jî hejmara leşkerên hatine kuştin 16 û ya sîvîlan jî 11 e.

Nasralah di axaftina xwe de dijî Qibrisê jî gef xwarin.

Wî dîyar kir ku Qibrisê firîngeh û bingehên esmanî jibo dijminê Lubnanê vekiriye û wisa hikûmeta wî welatî jî bûye parçeyeke wî şerî ku didome.