G7: Rûsya Tekane Astenga li Pêşiya Aştiya li Ukraynayê Ye

Wezîrên Bervanîyê yên welatên G7 li Naples

Di daxuyaniyekê de welatên G7 dibînin ku Moskow "tekane astenge li hembr aştiyek dadmend li Ukrayna", grûpa heft welatan ku bi G7 tê naskirin îro li bîranîna derbasbûna 1000 rojan bi ser êrîşa Rûsî de ya ser Ukrayna daxuyanî ragihand.

Rêberên G7 (Fransa, Amerîka, Japonya, Kanada, Brîtanya, Almanya û Îtalya) "Piştgiriya xwe ya domdar ji bo Ukraynayê heta ku hewce bike" tekez kirin.

Li gorî daxuyaniyê, "G7 soz dide ku bi rêya cezakirin, kontrolkirina hinardekirinê û tedbîrên din yên bi bandor. Emê bi yekgirtî li kêleka Ukryana rawestîn."

Di daxuyanîya ku ji Îtalyaya derket ku niha serokatîya dewrî ya G7ê dike, di daxuyanîyê de got "Rûsya ji bo aştiyeke dadmend û mayînde tekane asteng e."

Wan got, "Piştî hezar rojan ji şer, em êş û azarên mezin yên ku gelê Ukraynayê kişandine nas dikin. Tevî van zehmetiyan jî, Ukrayniyan di parastina ax, çand û gelê xwe de berxwedan û îradeyek bêhempa nîşan dan."

Rêberan bal kişandin ser "piştgiriya bênavber a ji bo Ukraynayê" û gotin, "Em yekgirtî dimînin û beşdarî têkoşîna Ukrayna ya ji bo serwerî, azadî, serxwebûn, yekparebûna axê û ji nû ve avakirinê dibîn."