Alîyên Şerker li Etopya Ser Agirbestekê Hevbîr Dibin

Alîyên çerker yên Etopya îro Çarşemê ragihand ku wan li ser sekinandina dijmintîyan li hev kiriye.

Ev du sal in ku hikûmeta Etopyî û hêzên Tîgrayî şer dikin ku bi sed hezaran kes bûne qurbanîyên vî şerî.

Nûnerê taybet yê Yekîtîya Afrîqa Olusegun Obasanjo, di destpêkirina danûstandinên aştîyê de, li Afrîqaya Başûr got ku hikûmeta Etopyî û karbidestên Tîgrayî hevbîr bûn ku bi awayekî plankirî, rêkûpekî û kordînekirî çekên xwe deynin.

Obasanjo da zanîn ku di nava xalên girîng yên lihevkirî de rêdana gîhandina xizmetkarî ji herêma Tîgray re û şandina pêdivîyên bingehîn û alîkarîyên mirovî jî hene.

Şerê li Etopya, ku dewleta duyê ya herî mezin ya Afrîqa ye, roja Înê dikeve sala xwe ya duyê. Di vî şerî de gelek binpêkirin û zêdegavî hatine ragihandin û bi mîlyonan kes derbider bûne.